19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdî her di dilê min de bû

Alî Duran Topuz bi nasnameya xwe ya rojnamegeriya tirkî tê nasîn, herî dawî jî bi pirtûka xwe ya bi navê ‘Rû û Kûr’ derket pêşberî xwînerên kurd. Topuz bi kurdiya resen a Qoçgiriyê pirtûk nivîsandiye. Wî di pirtûka xwe de bi gelemperî mijarên komkujiya ermenan, bûyerên Qoçgiriyê, komkujiya Dêrsimê û çîrokên ku di nav civaka wî de bûne sembol, bi awayekî felsefî aniye ziman. Topuz ji rojnameya Xwebûnê re dîsa bi kurdiya Qoçgiriyê qala serpêhatiyên xwe û nivîsandina xwe ya kurdî kir.

‘Dewletê navê gundê me yê tirkî wergerand tirkî’

Alî Duran Topuz di destpêka hevpeyvînê de ji me re qala çîroka navê gundê xwe dike û dibêje:

“Ez 8 salî bûm em hatin Stenbolê ji Qoçgiriyê. Gundê me gundê Bolucanê jê re dibêjin. Girêdayî Zarayê ye. Li derdora Bolucanê 91 gund hene, gundê me ji wan yek e. Navê gundê me bi xwe bi tirkî bû. ‘Korcetuzla’ Korceya berê yaylaya eşîreke tirkan bûye. Paşê yên me hatine li wê niştecih bûne. Ên me dibêjin ‘Korcetuz’ ji ber ku zimanê wan nagire dewlet bi ‘Korcetuzla’ jî qayîl nebûye, îcarê navê gundê me kirine Evrencik yanî bû gundê Kenan Evren.”

Topuz li zanîngeha Stenbolê beşa hiqûqê dixwîne û piştre du-sê salan parêzerî dike lê ji bo rojnamegeriyê dev ji hiqûqê berdide. Ew dibêje ku qeyda wî hê jî li baroya Stenbolê heye lê gava ku ew xwendekar bûye di zanîngehê de rojnamegerî kiriye û nexwestiye dev jê berde û  didomîne; “Parêzerî ji hêla aboriyê ve têra min nekir û gava ku min dest pê kir di sala 1999’an de staja xwe qedand. Di wê demê de diviyabû ez li cem parêzerekî bixebitiyama. Min buro vekir lê zêde kar çênebû. Min dev ji rojnamegeriyê bernedabû. Gava ez xwendekarê lîseyê bûm, min dest bi karê rojnamegeriyê kir û ew rê ji min re nêzîktir hat û min di wê rêyê de berdewam kir.”

‘Kurdî her di jiyana min de bû’

Têkiliya Topuz û kurdî ji zaroktiya wî ve heye. Ew bi lêv dike ku her tim di mal û jiyana wî de kurdî hebûye û der barê vê yekê de wiha dibêje; “Dema me mala xwe anî Stenbolê tenê bavê min bi tirkî diaxivî. Dapîra min jî jixwe bi tirkî nizanîbû û heya mirina xwe jî nedixwest bizanibe. Diya min hîn sax e lê wê jî qet nedixwest bi tirkî bizanibe. Me ew ji bo ku hare çarşî pazaran kar û îşê xe hel bîke hînî tirkî kir ema qet hez nekir. Neha jî bi torinên xe ra dîxaze dîsa bî kurdî bîştexle.”

Her wiha Topuz radigihîne ku îdeolojiya dewletê ya li ser Qoçgiriyê bi ser ketiye ku dibêjin ew hemû ji Xorasanê hatine, tirk bûne û dev ji çanda xwe û kurdiya xwe berdane û ev tişt dibêje; “Şensê min ev bû ez ji malbateke kurdîhez û kurdîzan im. Wekî din tu terî mektebê her tişt bi tirkî ye. Li kolanan, kuçeyan, çarşiyan, danûstandina we û karê we hemû bi tirkî ye heta debara mala te jî dibe bi tirkî ye. Wayê 35 sal in ez bi tirkî qezenca xe dikim lê her tim hem di êşa min de, hem di dilê min de, hem jî di bîra min de kurdî hebû.”

‘Wele keko ez jî nizanim em bi vê pirtûkê çi bikin’

Topuz destnîşan dike ku wî her tim xwestiye bi kurdî binivîse. Wî çi dîtiye not girtiye û qeyd kiriye lê newêribûye dest bi pirtûkê bike û wiha didomîne; “Rokî Selîm Temo bû mêvanê min û min notên xe nîşanî wî da û Selîm pir pê qayil bû bi pêsîra min girt û got bira vana li vira nemînin tu yê binivîsî. Piştî wê di nav 7-8 mehan de min kitab nivîsand. Selîm ji min re got dema te qenand min agahdar bike. Çunkû min rêziman nizanîbû. Selîm got ew ê wan meseleyan çareser bike. Piştî min got eva qediya em çi bikin? Wî got ‘wele ez jî nizanim’ û got ‘em bişînin ji Mazlûm Dogan re’. Min Mazlûm nas nedikir. Tenê min navê wî dizanî. Wekî din jî ez çûm cem Abdullah Keskîn (Avesta) nêzîkî du mehan me hevdu bir û anî. Wan got di kurdî de tiştek wisa tune ye. Paşê Mazlûm hat got ‘keko tiştên heta niha min ji te re gotine hemû ji bîr bike.’ Mazlûm diçe di vê demê de li ser kurdiya Qoçgiriyê dixebite. Herhal bûka wî jî ji Qoçgiriyê ye, wî got ‘niha cudatî heye lê şaşitî tune ye.’ Bi alîkariya Selîm û Mazlûm ev pirtûk hate holê.”

Alî Duran Topuz ji me re hin helbestên xwe dixwîne û çîrokên wan jî wiha vedibêje:

‘Em du bira bûn, dinê me ra fere bû; ez tenê mam dinê min ra teng bû’

“Şîna du birayan; birayê min 30 salî bû ji min salekê biçûktir bû û ji nexweşiyê mir. 4 sal nexweşî kişand ew şîna wî bû. Çavkaniyên jiyana min, serpêhatiyên min û çanda min bixwe ne.”

Topuz radigihîne ku çavkaniyên wî çîrok û serpêhatiyên berê ne û dibêje: “Yek ewne ev bîra gel e, çawa bêjim em çawa hez dikin wisa li ser wan diaxivin. Yanî rastiyê nîşan nadin ew lê rastî tê de heye û li gorî dilê xwe wê rastiyê diguherînin. Çîrokên dayika min û pîra min ji min ra deng dikirin, ev jî tiştên ku hatine serê min in.” Topuz li ser gelek meseleyên dîrokî disekine û dibêje ku li ser meseleya filehan, li ser meseleyên qirkirina ermenan pir tişt têne gotin. Loma jî ew li ser çîrokekê çîrokeke nû nivîsandiye.

Di berdewam axaftina xwe de Topuz komkujiya Dêrsim û Qoçgiriyê bi hev re rave dike û dibêje; “Yên li ser erdnîgarî û dîrokê dixebitin dibêjin Qoçgirî Dêrsim e.  Jixwe her du çand di nav hev de ne. Hûn dizanin li ser Qoçgiriyê Miroglu gotine hêla tirkî de dibêjin ‘Ovacigin aşîretî Hozat çekmedî qahiretî’ yanî dilê wan li hêla Dêrsimê maye çunkû ew di nav hev de ne.”

Kêfa wî ji nivîsên li ser kurdên Kafkasyayê re tê

Topuz diyar kir ku wî kîjan pirtûka kurdî, çi helbest çi roman û çi jî çîrok bin, bandora wan li ser wî çêbûye û ew dibêje; “Çimkî dema mirov zimanê kurdên Kafkasyayê dixwîne wek zimanek din tê ji mirov ra. Min pirtûka Burhan Tek xistibû destê xwe, min heya neqedand nikarîbûm rakevim. Min kitaba Înan Eroglu xwend, ew jî pir kêfa min jê re hat; ew jî pir pir xweş bû û bi cesaret nivîsandibû. Kurdên kafkasyayê û kurdên Serhedê tiştên ku ew dinivîsin pir kêfa min ji wan re tê. Tiştên klasîk helbet tesîra wan zêde ye. Dema min Cizîrî xwend an Ehmedê Xanî xwend rihê min çû ciyek din.”

Meseleya Nûr Alî û Resûl

Alî Duran Topuz behsa bûyerek biêş dike ku gelek bandor lê kiriye. Ew behsa kesê bi navê Nûr Alî dike ku dema leşkeriyê fermandarê wî ew kuştiye û di pirtûka wî de wiha cih digire:

Berê kî girtin eskerê nayê bîra me. Berê kîjan li êsker kuştin, me ew jî ji bîr kir.

   Herduyan jî heftekî xwîn û nem verişiyan. Me yek bir Elezîzê, yek bir Zerayê. Doxtoran gotin wek gurêxan kezeb û gurçiyê gencê ‘di we bila kirine wan hoviyan.

   Axirî me herdu jî dan herdê, lê me qe nezanî wana îro dîsa çima ketine pê canê’di gencên me. Me tenê tiștek zanî ku xortên me nebirine Yemanê lê Yeman hanîne Enqerayê.

Nûr Alî sala 1950’yî li Enqereyê leşkeriyê dike. Dema leşkeriyê fermandarê wî lê dixe û ew dişînin malê û piştî hefteyekê li malê dimire. Topuz wiha behsa mirina Nûr Alî dike; “Ev meseleya Nûr Alî pir dilê mirov diêşîne. Paşê meselê fêm dikin ku çavuş û qomutanên wî bi kutanê ew kuştine. Êdî kirîvê wî li ser wî klamek derxistiye. Nivîsên klamê li cem min hene lê muzîk tune ye belkî rojek yek karibe em muzîkek bo wê çêbikin û bibe klamek xweş.”

Topuz radigihîne dike ku di çanda elewîtî û qizilbaşiyê de tu dikarî bav û xwişka xwe bavêjî aliyekî lê tu nikarî dev ji musayîbê (heval, dost) xwe berdî loma ew ji bo wan pir girîng e. Topuz diyar dike ku mirina Nûr Alî gelek kes êşandine û tiştên li ser wî hatine gotin bi salan hatine parastin û wiha dibêje; “Min wan gotina berhev kir û min ji xwe re got gelo ez kirîvê wî bûma min ê çi digota; bavê wî bûma min ê çi bigota. Yanî min wekî gotinên wan gotinên xwe derxistin. Min wan gotinan anî cem hev lê min wek çîrokek nenivîsand. Min bi awayekî curbecur nivîsand. Bavê Nûr Alî wisa dibêje kirîvê Nûr Alî wisa dibêje Musayîbê Nûr Alî wisa dibêje. Yanî çawa çîroka wî bi perçe perçe hat ber destên min, min jî wer nivîsand.”

‘Li gel şînên me şahiyên me jî li Qoçgiriyê zêde ne’

Topuz destnîşan dike ku her çiqas ew bi şînên xwe derkevin pêş û bên zanîn jî şahiyên wan jî gelek in û wiha behsa wan kevnoşopiyan dike ku bapîrê wî ji rê gotine; “Di zemanê berê de bapîrê min ev çîrok bo min digot. Mesela di wan deman de genim firotin tiştekî eyb dihat hesibandin. Carê tê gotin ku di wan çaxan de li Qoçgiriyê genim firotin aybik giran bû. Ji alîkî ve va çîroka qala qîmeta aborî dike; ji alîkî din ve jî qala qîmeta sembolîk dike. Yanê ez dibêm genim ji alîkî ve tiştekî ekonomîk e; ji alîkî din ve tiştekî ne ekonomîk e, lê sembolîk e. Niha, lazim e ku hûn dîsa bipirsin, va çawa tiştek aborî ye ku firotin eyb e, hem jî eybek giran e. Di çîrokekê de jî qezîk (gotin/peyv) heye, qehremanê çîrokê dibejî, ‘zimanê Qoçgirî ji genimê Qoçgirî pirtir e…’ Ew belkî birçî disekinin lê qet bê qezî naskinin. Yanî em dibêjin bila şahî jî di nav de be ne tenê şîn hebe…”

Ferhengeke devoka Qoçgiriyê amade dike

Alî Duran Topuz radigihîne ku ev demek e ew li ser ferhengeke devoka Qoçgiriyê dixebite ku tê de zargotin, klam û çîrokên berhevkirî hene û her wiha dide zanî ku piştî van xebatan ew ê xebatên xwe yên pêşerojê jî bi kurdiya standard binivîse û wiha didomîne; “Tabî ev salek e ku ez li ser ziman jî dixebitim her wiha. Ez dixwazim li ser analîza psîkolojîk û analîza sosyo-psikolojîk jî bişuxilim. Niha projeyeke min ku ez bi tirkî romanek an jî pirtûkek binivîsîm tune ye. Min berî çendekî tiştekî ser antî-hukuk nivîsand bi tirkî lê wek roman an jî kitab nafikirim.”

Girîngiya Standartbûna kurdî

Di dawiya axaftina xwe de Topuz der barê mijara standardbûna kurdî de jî nêrîna xwe bi me re parve dike û dide zanîn ku ev mijar her tim di hişê wî de ye û dibêje; “Em ê berheman kom bikin ji devokên cuda cuda bes mesela standartbûnê jî meseleyeke muhîm e. Di devokê de divê mirov giran giran qedr û qiymeta devokan bizanibe û hem jî mesela standartbûnê jî ji bîr neke.”

Alî Duran Topuz kî ye?

Di sala 1967’an de li Sêwazê ji dayik bûye lê di nasnameya wî de 1966 hatiye nivisîn û nav jî tenê Alî ye, ji bo nasnameya elewîtiyê dernekeve pêş. Malbata wî sala 1976’an koçî Stenbolê kiriye.  Paşê wî li wir fakulteya hiqûqê xwendiye û bûye parêzer. Ji sala 1994’an û pê de 17 salan di rojnameya Radîkalê de rojnamegerî kiriye. Di rojnameya Dîwarê û gelek malperên din de gotar û çîrokên wî hatine belavkirin.