spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdî ji saziyên dewletê tê qewirandin

Platforma Zimanê Kurdî (PZK), têkildarî Saziya Zimanê Tirkî (TDK) ku li ser kurdî xebatan bi rê ve dibe, li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Pêkhateyên endamên platformê beşdarî daxuyaniyê bûn. Berdevkê platformê Şerefxan Cizîrî daxuyanî xwend.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî diyar kir ku ew wek platformê bi xemgînî dişopînin ku kurdî ji saziyên dewletê tê qewirandin, ji aliyê saziyên fermî ve li ser kurdî berhemên zanistî nayên kirin, tiştên ku kurd dixwazin bên kirin jî tên qedexekirin û dixwazin kurd li saziyan bi zimanê xwe xebat bikin.

Cizîrî daxwazên platformê wiha rêz kir;

*Li Amedê yan jî li Enqereyê şûbeyeke wan a kurdî vebe, li navenda wê şûbeyeke/kursiyekî kurdî vebibe

*Bikarkirina pisporên kurdî

* Xebata ferhenga kurdî ya berfireh

* Xebata ferhenga kurdî ya etîmolojîk

* Xebata ferhenga kurdî ya “Biwêj û Gotinên Pêşiyan”

* Weşandina ferhenga kurdî ya dijîtal

* Sazkirina Sempozyûma Kurdî ya Navneteweyî

* Sê mehan carekê derxistina kovara “Rêzimana Kurdî”

* Weşandina berhemên rêzimana kurdî. AMED