spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdî li her qadê belav dibe

Xebat û afrîneriyên der barê kurdan û zimanê kurdî de her diçe zêdetir dibin. Di serdema me ya dijîtal de kurdî hêdî hêdî li her qadî belav dibe. Aplîkasyon, bername û projeyên dijîtal ji bo kurdî tên kirin û ev jî dibe sedem ku kurdî di biwarê dijîtal de jî cihê xwe bigire û xwe xweş biedilîne. Yek ji wan qadan jî bernameyên pirtûkên dengî ye. Ango li gelek welatan êdî pirtûk, xasma jî berhemên edebî bi deng tên xwendin û li ser hin aplîkasyonan ji bo guhdaran tên barkirin û belavkirin. Gelek kesan navên wekî Storytel, Seskit, Google Books, Apple Books, Audible – Amazon ûhwd. bihîstine û lê rasthatine. Niha jî ji bo ziman û edebiyata kurdî xebateke wiha pêş dikeve. Navê vê projeyê Dêngê Pirtûkan e. Zeynep Sultan Atlı ku yek ji rêvebirên vê projeyê ye der barê proje û aplîkasyona xwe de ji rojnameya me re axivî.

  1. We çawa biryara projeya Dengê Pirtûkan da? Şert û mercên we yên vê projeyê çawa bûn?

Di erî de me dixwest ne di çarçoveyeke wiha berfireh de lê bi taybetî li ser çîrokên absûrd bi awayekî muzîkal platformeke bi vî awayî saz bikin. Lê ji ber pêşketin û derfetên teknolojîyê di warê têkilî û ragihandinê de, li seranserî cihanê  erkeke bingehîn digire û di warê huner û wêjeyê de pêwîstiyek bi vê yekê  hebû. Nemaze dû re me dît ku li cîhanê gelek kes berhemên cur bi cur bi deng dikin û berheman wek PDF bi awayekî dîjîtal di apkyên bi vî rengî de bar dikin da ku her kes bi rehetî xwe bigihînin van xebatan. Ser vê yekê me proje berfirehtir kir û dest bi xebatên xwe kir. Dema ku me dest pê kir ji her hêlî ve em li xwe warqilîn û me rê û rêbaz, şert û merc li gorî derfetên xwe bikar anîn.

  1. Dengê Pirtûkan wekî aplîkasyoneke nûjen dê xwendinên pirtûkên kurdî pêşkêş bike. Gelo armanca we ji vê yekê çi ye?

Di vî warî de helbet armanca sereke ji holê rakirina kêmasiyeke wiha ye. Û di warê dîjîtal de pêşxistina kurdî ye, her wiha mirov bi vê apkyê dê bi rehetî xwe bigihînin pirtûkên cihêreng.  Ji her deverên cîhanê xwîner û guhdar kêngî dil bikin dê xwe bigihînin berheman û bi abonetiyên salane û mehane ji van xebat û xizmetan sûd wergirin. Li gel vê jî armanceke Dengê Pirtûkan ew e ku qadeke xebatê ji kurdî re veke û pêşengiya wê bike.

  1. Berî we kesî bernameyeke bi vî rengî çêkiriye an na? Bi qasî ez dizanim di nav kurdan de Dengê Pirtûkan wekî apk cara ewil e çêdibe?

Gelek neteweyan beriya me ev xebat pêk anîne û mînakên wê jî her ku diçe zêde dibin. Belê wekî te got ev di warê kurdî de yekem apk ye. Beriya me di kurdî de wekî em dizanin tu xebatên bi vî rengî tune ne û yên ku dil kirine jî bi awayekî dev jê berdane an jî nikaribûne vî karî pêk bînin. Li gel vê jî peyam û poste ji me re tên ku gelek kes, sazî û weşanxaneyan jî xwestiye dest bi projeyeke wiha bikin. Dibe ku  Dengê Pirtûkan û xebatên wê  bi wan şêrîn hatibe.

  1. Kurdî her ku diçe di gelek waran de cih digire êdî. Bi ya we ev projeya we dê feydeyeke bi çi rengî bide kurdî?

Bi xebatên nû xemla kurdî jî roj bi roj geş dibe, di her warî de em van reng û dirûvan dibinin. Em êdî nabêjin ‘bila kurdî be çi dibe bila bibe’. Em li ser karên profesyoneltir û bi qalîtetir dixebitin û em benda karên bi vî awayî ne. Mebest ne tenê ser navê kurdî karên vik û vala ye, em dixwazin bi Dengê Pirtûkan xîmekî zexim û palpiştkirî li kurdî zêde bikin û wê ji sînoran bifilîtînin.

  1. Girseya we ya ku hûn xîtab dikinê girseyeke çawa ye? Lewra xwendevanên kurd jî zêde nînin, gelo kî dê vê apkyê bi kar bîne?

APKyê ji gelek hêlan ve civakeke berfireh daye pêşiya xwe. Di nav apkyê de serenav û kategoriyên cuda hene ji zarokan bigirin heya zanistê em dixazin koridorekî çê bikin. Ne tene ji bo kurdan ji bo endamên netewên din jî xwedî  feydeyeke mezin e. Her çiqas a niha bi girseyî xebatên me li ser kurmancî be jî em ji bo zaraveyên kurdî û zimanên din jî xebatên xwe didomînin. Dema ku ev karên me jî biqedin em ê wan deng û berheman jî li apkyê bar bikin.

  1. Hûn ji bo xwendina pîrtûkên kurdî pêvajoyeke çawa didin meşandin dikarin piçekî behsa vê yekê bikin?

Helbet krîterên me hene; rastxwendin, fonetîk û diftonga ziman divê bê parastin. Li gorî mijar û lehengên sereke yên berhemê divê hest bi deng eşkere bibin û xwendin herikbar zelal û fêmbar be.

Ji bo qeydkirina dengan niha li şeş bajaran studyoyên ku me bi wan re li hev kiriye xebatên xwe didomînin. Ji hêla tomarkirina dengan va jî piştî qeydên studyoyê hemû deng tên guhdarkirin heke kêmasî hebin dubare deng tê qeydkirin. Ji aliyê teknîkê va jî kedkarên me û derhênerê deng  li ser dixebitin û tê sererastkirin.

Ji hêla zarevekeran ve jî em bi 20 kesî re dixebitin. Wek her karî pergaleke me ya rûniştî heye, di serî de kesên dixwazin berheman bixwînin ji me re nimûneyên dengê xwe dişînin. Dû re li gorî analîza dengê wan xwendinên xwe pêk tînin. Helbet kare me bi vê jî naqede derhênerê deng yeko yeko li ser denga xebatên xwe dike, ast û herikbariya deng tê qontrolkirin hevahengiyek di nav dengan de tê terxan kirin.

  1. Berteka weşanxaneyên kurdan çawa ye ji bo vê projeya we?

Bi rastî  weşanxaneyên kurdan ji bo me hêvîşikestineke mezin bûn, ji ber ku gelek caran em bûn şahid ku ji aliye têkiliyê ve gelek qels in. Bi maîlekî, bi peymanekî mirov nikare li hev bike, hê jî kar bi giştî li ser soz û bextan bi taybetî ji li ser hevnaskirinê dimeşe. Soz û bext jî dema dor tê xebatê nayê bîra wan.  Helbet ev yek ne ji bo hemû weşanxaneyan derbasdar e, lê mixabin bi giştî rewş ev e. Warên nû di kurdî de vedibin  lê belê paşxistina van têkilî an jî karan rê li ber gelek kesan digire ku karên nûjen bikin.

  1. Proje niha di kîjan merhaleyê de ye?

Aplîkasyona Dengê Pirtûkan  ji bo ku ji hêla mirovan bê daxistin amedekariyên xwe didomîne, dê ev aplîkasyon bi pêşaneke teknolojiyê bixebite, Her wiha bo proje bidome dê her gav aplîkasyon guncav be û her hefte pirtûkên nû bên bidengkirin û lê bên zêdekirin. Proje aniha di asta dawî de ye.  Em bes li ser çend kitekit û hûrgiliyên dawî dixebitin. Wekî  din ji aliyê teknîkî ve tu kêmasiyên apkê nemane.

  1. Hêviyên we ji vê warê çi ne?

Hêviya herî mezin helbet bi apkê pêşketina ziman û wêjeya kurdî û jê razîbûna xwîner û guhdaran e. Bi vê xebatê em dixwazin qadeke berfirehtir ji kurdî re vekin da ku xwe bikaribe bigihîne girseyeke giştî. Em hêvî dikin ku ev apk ji bo projeyên me yên din bibe destpêkekî.