25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdî qebûl nekirin

Li Tirkiyeyê zimanê kurdî ku bi milyonan kurd pê diaxivin, li saziyên dewletê qedexe ye û pê xizmet nayê dayîn. Her liv û tevgera ji bo kurdî çêdibe ji hêla dewletê ve tê astengkirin û cezakirin. Ji hêla fermiyetê ve bi tu awayî zimanê kurdî nayê nasîn. Li Meclisa Tirkiyeyê axaftinên bi kurdî tên kirin weke zimanê “nayê zanîn” derbasî qeydan dibe.

Li gel van astengî û zehmetiyên ji hêla dewletê ve ji kurdan re tên derxistin jî kurd li bakurê Kurdistanê xebatên xwe yên ji bo kurdî didomînin. Di nav salê de kurd ji bo zimanê xwe gelek bername li dar dixin û bal dikişînin ser zextên li hemberî zimanê xwe. Yek ji rojên ji bo kurdî gelek bername tên lidarxistin jî 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye.

Pîrozbahiyên Online

15’ê Gulanê 14 sal in weke Roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Di sala 2006’an de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi munasebeta dîroka weşandina Kovara Hawarê ya bi tîpên latînî 15’ê Gulanê weke Roja Cejna Zimanê Kurdî îlan kir. Ji vê salê ve li seranserê Kurdistanê 15’ê Gulanê ji aliyê kurdan ve bi coş tê pêşwazîkirin û kurd ji bo zimanê xwe gelek bername li dar dixin.

Ji ber vîrusa koronayê gelek bernameyên her sal ji bo Cejna Zimanê Kurdî dihatin lidarxistin, îsal nehatin lidarxistin. Pîrozbahiyên 15’ê Gulanê îsal bi pêşengiya Tora Ziman û Çanda Kurdî li ser platformên medyaya civakî hatin kirin. Li gel ku çalakî bi awayekî online hatin lidarxistin jî gelek kesan eleqe nîşan da û bername şopandin û parvekirin.

Pîrozbahiyan, di 13’ê gulanê de bi Konsera Ma Mûzîkê dest pê kir. Piştî konserê, bi destnîşakirina Tora Ziman û Çanda Kurdî, li ser paltformên medyaya civakî yên gelek sazî û rêxistinên kurdî çalakiyên online yên wekî konser û panelên li ser ziman, wêje, folklora kurdî û tifaqa kurdan hatin li darxistin.

Ziman hebûn e

Ji bilî pîrozbahiyên ji aliyê Tora Ziman û Çanda Kurdî ve li ser paltformên medyaya civakî hatin kirin, KNK, KCD, DBP, HDP jî di nav de ji aliyê bi dehan rêxistinên sivîl û partiyên siyasî yên kurdan ve têkildarî 15’ê Gulanê daxuyanî hatin dayîn. Hemû rêxistin û partiyan, di daxuyaniyên xwe de bal kişand ser zext, astengî û zehmetiyên li hemberî zimanê kurdî.

Rêxistinan desntîşan kir ku ziman hebûna mirovan e û bi têkçûna ziman re mirov jî têk diçe û bang kir ku hemû kurd li zimanê xwe xwedî derkevin û ji bo jiyandina kurdî bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin.

Parlamenteran bi kurdî pirs kir

Ji bilî Gunay, 22 parlamenterên HDP’ê jî bi munasebeta Cejna Zimanê Kurdî bi kurdî û tirkî pêşniyazpirs, pêşniyazlêkolîn û pêşniyazqanûn dan serokatiya meclisê. Parlamenteran, xwest ku zimanê kurdî weke zimanê duyemîn ê fermî bê qebûlkirin û 15’ê Gulanê jî bi awayekî fermî weke Cejna Zimanê Kurdî bê îlankirin. Lê meclisê bi hinceta kurdî hatine nivîsandin pêşniyazpirs, pêşniyazlêkolîn û pêşniyazqanûnên HDP’iyan qebûl nekirin.

Bi 88 pirsan kurdî bir rojeve meclisê

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bi wesîleya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî zext û astengiyên li pêşiya zimanê kurdî bir rojeva Meclîsê. Gunay bi boneya 88’emîn salvegera derxistina Kovara Hawarê ya 15’ê Gulana 1932’yan ji hêla Celadet Elî Bedirxan ve hatibû derxistin, pêşniyazpirsek da serokatiya meclisê. Gunay, di peşniyazpirsa xwe de têkildarî zimanê kurdî ji 7 wezîran 88 pirsan kir.

Gunay, ji Wezîrê Perwerdehiyê Ziya Selçûk (26 pirs), Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû (15 pirs), Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca (10 pirs), Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy (17 pirs), Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul (9 pirs), Wezîra Xizmetên Malbat, Xebat û Civakî Zehra Zumrut Selçûk (7 pirs) û ji Wezîrê Ragihandin û Binesaziyê Adil Îsmailoglû jî (4 pirs) kir.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê