Sêşem, Nîsan 20, 2021

Kurdî wê bibe zimanê bingehîn

Hevpeyvîn: Felat Niştiman

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo kar û barên zimanê kurdî, nexşêreya bi navê ‘Nexşerêya Kurdî’ amade kir û ji bo şopandina vê nexşerêyê Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî ava kir. Komîsyonê di çarçoveya nexşerêyê de, roja 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê dest bi perwerdeya kurdî ya navxweyî kir. Têkildarî nexşerêyê, komîsyona şopandinê, perwerdeya zimanê kudî ya navxweyî û hin mijarên din ên der barê ziman de, em bi parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag re axivîn ku yek ji berdevkên Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî ye. Dag di hevpeyvînê de diyar kir ku parastina zimanê kurdî erka wan a sereke ye û ew bi xebatên xwe yên zimanê kurdî, hewl didin kurdî bikin zimanê bingehîn ê partiya xwe.

​Partiya we HDP’ê, nexşerêyeke bi navê ‘Nexşerêya Kurdî’ weşand. Çi pêwîstî bi vê nexşerêyê heye û hûn dikarin hinekî behsa naverok û armanca wê bikin?

Partiya me partiyeke pirdeng û pirreng e û dixwaze van deng û rengan biparêze. Her cudahiyek dewlemendiyek e. Dewlemendiyên herî mezin jî ziman bixwe ne. Li Tirkiyeyê bi sedan sal in, zimanê kurdan tune tê hesibandin û li ser zimanê kurdî polîtîkayên bişaftinê tên meşandin. Berpirsiyariya me ya herî mezin jî li hember van polîtîkayan, xwedîderketina li zimanê kurdî ye. Lê mixabin partiya me di vî warî de kêm ma. Ji bo em van kêmasiyên xwe temam bikin û zimanê kurdî bikin zimanê partiya xwe, me ‘Nexşerêya Kurdî’ amade kir û weşand. Li gor vê nexşerêyê;

-Ji bo xebatên kurdî bişopîne, li navenda giştî komîsyonek hat avakirin.

-Partiya me dê ji bo fêrbûna kurdî derfetan biafirîne.

-Ji bo ku komîsyonên li navenda giştî ya partiya me, bikaribin xebatên xwe û pêşkêşiyên xwe bi duzimanî bikin dê xebat bên kirin.

-Di nav her komîsyonê de ji bo kesek ji bilî axaftinê, bikaribe bi kurdî bifikire, binivîse û biafirîne, rêbazeke karîger dê bê diyarkirin.

​Ji bo şapandina nexşerêyê ‘Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî’ hatiye avakirin. Vê komîsyonê wê bi çi rol û mîsyonê rabe?

Ji bo birêvebirina vê nexşerêyê me komîsyona şopandinê ava kir. Ev komîsyon ji 11 kesan pêk tê. Di vê komîsyonê de parlamenter, endamên Lijneya Birêvebirinê ya Navendî (MYK), Meclisa Partiyê (PM) û şêwirmend cih digirin. Ev komîsyon ji bo ku Nexşerêya Kurdî bi awayekî serkeftî were birêvebirin dê xebatên têkildarî zimanê kurdî bişopîne. Di heman demê de, di warê ziman de, dê polîtîkayên mayînde û domdar bi pêş bixe. Ev jî pêvajoyeke dûr û dirêj e. Ev komîsyon dê vê pêvajoyê bi rê ve bibe. Ji bilî wê, em dizanin ku li Tirkiyeyê astengiyên li ber zimanê kurdî sîstematîk in û sed sal in hene. Ji bo ku bikaribe li hemberî vê polîtîkaya bişaftinê bernameyeke parastin û bipêşxistinê bide ber xwe, wê dewlemend bike û polîtîkayên karîger têxe meriyetê, pêdivî bi avakirina komîsyona şopandinê hebû.

​We 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, dest bi perwerdeya zimanê kurdî ya navxweyî kir. Em dizanin êdî derfetên fêrbûna zimanê kurdî zêde ne; çi li komeleyên zimanê kurdî çi jî bi awayê taybet kesên bixwazin dikarin fêrî kurdî bibin. (bi awayê online û rûbirû) We çima li nav partiya xwe dest bi xebata perwerdeya zimanê kurdî kir?

Ji bo ku em li hember polîtîkayên bişaftinê xwedî li zimanê xwe derbikevin û seknekê nîşan bidin hewce ye ku berî her tiştî em bi kurdî biaxivin, bi kurdî bifikirin û bi kurdî bijîn. Me dît ku di nav partiya me de axaftin û jiyîna bi kurdî kêm e. Ji bo vê me biryar da ku em ji xwe dest pê bikin û me pêdivî bi hînkirin û hînbûna kurdî dît. Ji ber vê yekê me dest bi perwerdeya zimanê kurdî ya navxweyî kir. Niha bi giştî nêzî 600 hevalên me dest bi perwerdeya kurdî (kurmancî û kirmanckî) kir, di nav van kesan de hevserokên giştî, parlementer, rêveberên partiyê û şêwirmend hene.

Helbet me niha bi online ev bernameya perwerdeya navxweyî da destpêkirin, lê ev yek ji ber rewş û encama pandemiyê bû. Di rojên pêş de ku şert û merc guncav bibin, rê û rêbaza perwerdeyê jî wê cardin bê nirxandin.

Em ji nêz ve dişopînin, hem li nav gel hem jî li ser platformên medyaya civakî, ji ber zimanê kurdî partiya we pir tê rexnekirin. Hûn ji bo van rexneyan çi dibêjin û çi bandora van rexeneyan hebû li xebatên we niha daye despêkirin?

Her çiqas pirzimanî polîtîkaya me ya esasî be jî, di axiftina ji bilî zimanê tirkî de kêmasiyên me çêbûn. Rexneyên di vî warî de jî di cih dane. Bi rastî em jî rexnedayîna xwe didin. Armanca me ya herî mezin ya weşandina vê nexşerêyê û avakirina komîsyonê ew e ku em polîtîkaya xwe ya esasî bi cih bînin û rexnedayîna xwe bi fêrbûn, axaftin û nivîsandina bi kurdî bidin.

Ev pêngava navxweyî beriya her tiştî tesbîtkirina kêmasiya me ya zimanî ye, bi taybetî jî der barê kurdî de. Lewre jî ev gav gaveke pratîk e. Helbet ji bo vê pêngavê pêdivî tune ye ku gel û derdor jî me rexne bikin, parastin û bipêşxistina zimanê kurdî erka me ya sereke ye û deynê stûyê me ye li ber mîrasa me ya têkoşînê û gelê me.

​Medyaya dîjîtal derfeteke baş e ji bo zimanê kurdî lê em dibînin û dişopînin, piraniya parlameterên partiya we li ser hesabên xwe bêtir bi zimanê tirkî dinivîsin. (yên baş bi kurdî dizanin jî) Sedema vê çi ye, çima di vê mijarê de pêşengiyê nakin?

Wek berê jî min anî ziman, rast e di hêla ziman de kêmasiyên me hene, rêvebir, xebatkar û parlamenterên me di hêla ziman de hewce ye bibin mînak. Mixabin zimanê siyasetê bi tirkî ye û em jî ketin nav vê çerxê. Yek ji armancên vê nexşerêyê jî ew e ku di her qadê de kurdî were bikaranîn û pêşvebirin. Ez bawer im piştî vê nexşerêyê dê kurdî di medyaya civakî de jî bêtir were bikaranîn. Dîsa di vê nexşerêyê de, tesbîtên bi vî rengî û rê û rêbazên ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê jî hatine kirin. Ev bernameya ku me daye ber xwe, beriya her tiştî di warê parastin û bipêşxistina zimanê kurdî de roleke sereke li rayedarên me bar dike û ji bo wê jî rêbazên berbiçav pêşkêş dike.

Em dikarin bêjin bi vê xebata we re, wê zimanê kurdî bibe zimanê partiya we yê esasî?

Wek hûn dizanin HDP partiyeke pirzimanî ye, lê heta niha bêtir tirkî dihat bikaranîn lê ji vê şûn de dê kurdî jî di her qadê de were bikaranîn. Dê tevahiya xêbatên me hem bi kurdî hem jî bi tirkî bin, yanî em dikarin bêjin kurdî dê bibe zimanê esasî.

Helbet gelek berpirsyariyên me yên dîrokî ji bo zimanên me hene. Lê divê em vê yekê zelal bikin ku pirsgirêka bişaftina zimanî, encama polîtîkayeke dîrokî û piralî ye. Sed sal in ev polîtîka tên meşandin û ji bo berterefkirina van polîtîkayan jî xebatên piralî ji me re pêwîst in. Ev nexşerê tenê rêbazek e û em li ser rêyên din jî di nav xwe de nîqaşan dikin.

Beriya qeyûm tayînî ser şaredariyên HDP’ê bên kirin, li tevahiya şaredariyên HDP’ê xebatên çand, huner û zimanê kurdî dihatin kirin. Di van waran de, encamên berbiçav jî derketin holê. Bi qeyûman re, ew xebat hatin bidawîkirin. Li ser navê zimanê kurdî, çand û hunera kurdan çi hebe hat rakirin. Her wiha bi awayekî hemwext li tevahiya welêt polîtîkaya zext, zordarî û bişaftina li ser zimanê kurdî berbelav û kûrtir bû. Têkildarî vê rewşê çi gotinên we hene û li hemberî vê helwest û polîtîkaya we çi ye?

Ji destpêka avakirina dewleta Tirkiyeyê heta niha, çend xalên bingehîn ên pergalê derdikevin pêş. Di nav onto-polîtîkaya dewletê de xaleke bingehîn jî têkbirina dewlemendiya zimanî û serdestkirina tirkî ye. Ji ber van polîtîkayan heta niha gelek ziman hatin hêrandin, bişaftin û di navbera nifşên axêverên wan zimanan de transfera zimanî hema hema qut bûye. Ji bo ku em bikaribin xetereya li ser kurdî jî bibînin û kurdî ji vê aqûbetê rizgar bikin, lazim e em nêzikatiya dewletê ya li ziman bibînin. Bi taybetî wextê em li encama sed salên dawîn dinihêrin, em dibînin ku ziman wek mijareke mihendisiyê, di avakirina nîzama siyasî û civakî de roleke sereke lîstiye û îro jî dilîze.

Beriya her tiştî divê em aşkera bikin, dewlet çawa nêzikî kurdan bûbe, wisa jî nêzîkî zimanê kurdî bûye. Polîtîkayeke yekpare ya dewletê derdikeve pêş ku ev jî ji bo fêmkirina zemîna rejîma qeyûman gelek girîng e. Rejîma qeyûman, amûrê herî berbiçav û aktûel a pergala dewletê ye ku xwe li ser dijberiya hebûna kurdan, îradeya kurdan, ziman û dewlemendiya kurdan ava dike.

Veguherîna pergala siyasî ya Tirkiyeyê, bi taybetî jî piştî sala 2015’an, bandora xwe herî zêde li ser rewşa kurdan kir û di encama wê de jî li ser zimanê kurdî kir. Kurdî bi temamî ji qada gelemperî hat bidûrxistin û krîmînalîzekirin. Di encama wê de jî kurdên ku li bajarên tirkan di jiyana xwe ya rojane de bi kurdî diaxivîn hatin qetilkirin. Ev tablo bi awayekî giştî nîşan didin ku ji bo dewletê zimanê kurdî, statûya wê, daxwaza fermîkirin û normalîzekirinê, li dijî kodên damezrîner a pergalê bûn. Lê ez ji vir dixwazim bînim ziman ku zext û zordariyên li ser kurdî û astengiyên li ber kurdî wê kurdan ji daxwaza wan a ziman bi dûr nexe. Çimkî daxwaza azadiya kurdî di heman demê de daxwaza azadiya kurdan bi xwe ye.

​Bi pêşengiya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Çand û Zimanê Kurdî ‘ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê’ kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. Partiya we jî di nav vê xebatê de ye. Hêviya partiya we çi ye ji vê kampanyayê?

Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê, kampanyayek hat destpêkirin. Daxwazên me diyar in. Em dixwazin wek her gelî, bi zimanê xwe perwerde bibin. Di demeke kurt de bi hezaran kesan îmze kir û piştgiriya xwe diyar kirin. Ev jî nîşan dide ku gelê kurd di vê daxwaza xwe de çiqas bi biryar e. Helbet dê ji bo ziman xebat û hewldanên me bidomin. Em ê di her qadê de têkoşîna ji bo ziman bilind bikin û wek vê kampanyayê, kampanyayên cur bi cur bidin meşandin, di qada navneteweyî de jî ji bo teşhîrkirina nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li dijî kurdî dê xebatên me hebin. Ji bo ku ev kampanya belav bibe û têkeve rojeva me, em ê hemû derfetên di destê xwe de bi kar bînin. Daxwaza fermiyet û perwerdeyê daxwazeke giştî ya gelê kurd e. Ji bo ku ev daxwaz bê qebûlkirin, ev kampanya jî wek rêbazekê ye, lê em ê van rêbazan dewlemend bikin.

Dersim Dag kî ye?

Sala 1996’an li navçeya Bismilê ya Amedê ji dayik bûye. Beşa kurdolojiyê ya zanîngeha Artûklûyê xelas kiriye. Hîn xwendekarê zanîngehê bû, di hilbijartinên parlamenteriyê yên sala 2018’an de, wek parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê hat hilbijartin. Dag yek ji parlamenterên herî ciwan e û hevberdevka Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî ya HDP’ê ye.