spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdistanê bêxwedî dihesibînin!

Eylem Şoreş

Meha îlonê rêzefîlmek hatiye weşandin. Navê wê rêzfîlmê ‘No man’s land’ an jî bi navê xwe yê din ‘şerê ji bo nîvê heyvê’ ye. Mirov dikare bi nav dest pê bike, beriya ku şîroveyek li ser naverokê bike. Rêzefîlm der barê şerê li dijî DAIŞ’ê yê li rojavayê Kurdistanê ye. Vê demê destpêkê pirsa çima ‘No man’s land’ tê bîra mirovan. Gelo dixwazin peyama çi bidin bi vî navî. Xwediyên Kurdistanê diyar in, xelkên Kurdistanê diyar in, lê wisa xuya ye derhênerên rêzefîlm ne bi vê nêrînê ne. Rêzefîlm bi çar zimanan hat weşandin, tê de fransî, ingilîzî, kurdî û erebî tê axaftin.

Her yek ji wan li derdora 40 deqeyî ye. Ev rêzefîlm ji aliyê platformên dîjîtal ên hevpar Hulu û Arte France hatiye amadekirin. Derhêneriya rêzefîlm Falce Flag dike. Di sezona yekemîn a hat weşandin de 8 beş hene. Di nav wan beşan de gelek peyam tên dayîn. Di destpêka rêzefîlm de bi nivîskî şîroveyek derbas bûbû ku tê de şerê azadiyê bi gotina, li Rojava her du aliyan ango aliyên dijber û çete bi dildarên xwe şerê hev dikin. Bi vê şîroveyê jixwe şerê şoreşê ango şoreşa jinê pir vala tê hiştin. Divê aliyê vê şoreşê yê îdeolojîk neyê jibîrkirin.

Peyamên tên dayîn divê bi baldarî werin nirxandin. Ne ku nayên temaşekirin berovajî divê werin temaşekirin lê çavê rexneyî divê ji bîr neçe. Karekterê sereke yê rêzefîlmê yekî fransî bi navê Antoine ye. Li gorî Antoine dizane, xwişka wî ya arkeolog li Misirê ji aliyê çeteyan ve hatiye qetilkirin, lê rojekê di nûçeyan de jinekê dibîne ku dişibîne xwişka xwe. Ev jin jî li rojavayê Kurdistanê di nav refên YPJ’ê de cih digire. Xwişka Antoine, şervana YPJ’ê di destpêkê de dem bi dem tê nîşandan. Wê navê Şahmaran li xwe kiriye.

Lê tevlîbûna wê ya nav refên YPJ’ê girêdayî karên sixûriyê ye. Em ê pişt re bi berfirehî behsa vê mijarê bikin. Karekterê sereke yê fîlmê li pey xwişka xwe berê xwe dide Rojava. Antoine yê bi sekna xwe ya bitirs balê dikişîne, li wir dikeve nav jiyaneke ji derveyî jiyana ku nas dike. Çîroka rêzefîlm li gorî sala 2014’an hat nivîsandin, lê çiqasî heqê vê demê dide mijara pirsê ye. Carinan karekter vedigerin dema paş jî. Li aliyekî din ê rêzefîlm jî bi awayekî hemwext çîroka 3 çeteyên DAIŞ’ê tê vegotin. 2 ji wan bi eslê xwe ereb in yek jê îngilîz e. Ev aliyê rêzefîlm dem bi dem hîsa şibandina şervanên YPJ û YPG’ê bi çeteyan dide temaşevanan.

Di destpêka çîrokê de Antoine bi awayekî hêsan ji Tirkiyeyê derbasî Suriyeyê dibe, li wir çeteyên DAIŞ’ê riya wan digirin. Dema alîkarê Antoine ango mêrê ku mirovan di sînoran re derbas dike bi çeteyan re nîqaş dike çalakiyek şervanên YPJ’ê pêk tê û ji derveyî Antoine her kes tê kuştin. Şervanan bi fikra ku Antoine jî yek ji endamên DAIŞ’ê ye wî bi xwe re dibin. Di senaryoyê de li wir nêzikatiyeke pir qebe ya şervanên YPJ’ê tê nîşandan. Bi qîra wan û bi lêdana wan terzeke cuda tê nîşandan. Nêrîna bi çavên rojavayî li Rojhilata Navîn û bi taybetî li qada şoreşê pir derdikeve pêş.

Dem bi dem bi muzîk û dîmenên hatine bikaranîn hinek alîgir didin. Ber bi dawiya sezona yekemîn a rêzefîlmê zêde derdikeve pêş. Alên çeteyan ên reş gelek tên nîşandan. Alên Yekîneyên Parastinê tevî ji ser kincên şervanan hatin rakirin lê weke din bi giştî xuya nabin. Bi muzîka tê bikaranîn jî bandorek tê çêkirin. Mijareke din a girîng a di vê rêzefîlmê de netiye dîtin, parastina axê û gel a yekîneyên parastinê ya li dijî êrîşan e. Her çiqas dem bi dem hovîtiya çeteyan tê nîşandan jî li aliyê din hîskirin û watedayîna ji bo tevlîbûna nav çeteyan tê xuyakirin.

Li gorî nêrîna min pir zêde empatî ye ger mirov hovîtiya çeteyan û sedema êrîşên wan bîne ber çavan. Zimanê ku di nav aliyên yekîneyên parastinê de di rêzefîlm de tê bikaranîn jî baş li hev nehatiye. Li cihek dema şervaneke YPJ’ê birîndar dibe şervanek mêr bi ‘delala min’ xîtabê wê dike. Li gorî pîvanên ku bi gelemperî tên zanîn ev yek jî bal kişand. Li wê derê em dikarin qala têkiliya jin û mêran bi giştî di vê rêzefîlmê de jî bikin. Piştî beşa 5’an şûnde di nav du aktorên sereke yên fîlm ango di navbera şervana YPJ’ê û Antoine de têkiliyek zayendî tê nîşandan. Çiqas di cih de ye yan jî çiqas pêdivî bi vê detayê hebû faktoreke girîng a perspektîfê ye. Weke ku di nav fîlmê şoreş û şer de, divê evîna jin û mêr hebe. Naveroka evîna felsefîk û kûr a ji bo şoreşê, ji bo azadiya jin û civakê, qet nayê hesibandin. Mirov dikare bêje tê pûçkirin. Belkî hin kes bêjin ma çi dibe qey, lê bi ya min divê nêrîn ewqas seranser nebe.

Di vê rêzefîlmê de bi giştî nêrîna ku kesên tev li yekîneyên parastinê bûne ji derveyî vîna xwe ji ber neçareseriyê ketine nav meseleyê. Di berdewama rêzefîlm de derdikeve holê ku xwişka ku mirî dihat zanîn, piştî ku sixuriyê ji bo îstîxbarata Mossadê kir neçar ma mirina xwe nîşan bide û piştî vê jî berê xwe da Rojava. Li aliyê din jî di çîroka sê çeteyan de jî yek ji wan jî weke sîxur hatiyê bicihkirin. Li vir dîsa ev şibandina YPG û YPJ’ê û çeteyên DAIŞ’ê derdikeve pêş.

Gelek aliyên ‘No man’s land’ ên ji bo  rexnekirinê hene lê tiştên di serî de tên bîra mirovan ev in. Şoreşa Rojava tevî mudaxeleya dewletan çêbûye, ne ji ber mudaxaleya wan. Yên piştevaniya çeteyên DAIŞ’ê dikin jî diyar in. Ango bi giştî em dikarin bêjin gelek aliyê vê rêzefîlmê yên rasteqîn hene lê ev têgeha bi giştî tê avakirin ne yek ji wan e. Hat gotin produksyon niha li ser sezona 2’yemîn dixebite. Kî dizane, dibe ku mijarên din jî hatibin rexnekirin û di sezona bê de guhertinên balkêş çêbibin, lê çi dibe bila bibe bi çavekî rexnegirî her tim baş e.