20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdistanîca

Şengul Ogur

Di cihê xwe de sekinîbû. Weke peykerekê bû ku li kêliyekê hatibû çikizandin. Lê ne peyker bû. Zindî bû. Bi goşt û hestî bû. Ji nîvî pê de zeniya xwe dabû ser pehniya destê xwe, argûşka wê heta bi hinarikên wê bi destê wê hatibû girtin. Tilîka wê ya ku hungilîsk tê de bû, li biniya çavê wê sekinîbû. Bi vî rengî ji giraniya fikra serê xwe re destê xwe kiribû palpiştek. Ma ne mirov dema ku li tiştekî kûr û dûr difikire hîseke giraniyê bi mirov re çêdibe, serê mirov bi mirov giran tê, mirov bi dest xwe re destê xwe dide ber serê xwe û serê xwe hinekî bi ser destê xwe de xwehr dike.

Erê bar li ser kabokên wê bû lê wê giraniya li ser kabên xwe hîs nedikir. Giraniya di serê wê de bêhtir zor lê dikir.

Ser, rû û çavên wê weke tabloyekê bû. Êş, xemgînî, şaşmayin, hêrs, behitîn, ferihîn, veciniqîn, girî, dînbûn, tengijîna dil û rih hemû bi hev re di vê tabloyê de hebûn.

Dema ku mirov dêhna xwe dida ser vê tabloyê rengê şaşmayinê pir beloq bû. Şaşmayin li bara rûdanekê, ma ne gava pêşî ya fêhmkirinê ye. Piştî ku şaşmayin diqede, fêhmkirin dest pê dike, mirov êdî diêşe, xemgîn dibe, hêrs dibe, dibehite, diferihe, vediciniqe, digirî, rih û mêjî ditengije. Êş, xemgînî, hêrs, behitîn, ferihîn, veciniqîn, girî, dînbûn, tengijîna dil û rih hemû li ser şaşmayinê raxistîbûn.

Kabên wê dilerizîn ji ber giraniya barê li ser. Lê wê hay ji lerza kabên xwe nebû. Awirên wê li ser barê li ser kabên wê bûn. Nedizanî bê ka biêşe, bigirî, xemgîn bibe, bibehite, biferihe, veciniqe. Awirên wê yên ji ber şaşmayinê bû.

Bi şaşwazî li barê ser kabên xwe dinêrî. Barê li ser kaba wê tabloya Kurdistanîca bû.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê