20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdo, tu were kumê xwe!

Sozdar Koçer

Dema min cara ewil li strana ‘Şerefo, tu were kumê xwe’ guhdar kir, min pir meraq kir ka gelo ev behsa kîjan kumî û behsa kîjan dewranê dike. Di danûstandin, nîqaş û lêkolînan de; vê stranê biryarên ku li dîroka me kurdan bandor kirine û rê û rêbazên bişaftin û tunekirina çand û zimanê kurdî çawa di zagonên Komara Tirkiyeyê de hatiye peşniyazkirin, pejirandin û pêkanîn pir baş di hafiza gel de rûniştandiye. Bi vê stranê û gelek mînakên din, em serpêhatiyên ku li hemberî gelê kurd û neteweyên dîtir ên li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bîr nakin.
Gotinên stranê li gorî herêmên serxet û binxetê diguherin. Ev mînakek e ji versiyona binxetê:
“Şerefo, were kumê xwe!
Kumê Şeref tiftik e
Avêt bin dara Benik e
Hefza kumê xwe bike
Şerefo, tu were kumê xwe!
Kurdo! Tu were kumê xwe!”

Serxetê:
“Şeref, Şeref, Şerefo lo
Şerefo, tu were kumê xwe
Şeref, Şeref, Şerefo lo
Kurmanco, tu were kumê xwe.”

Ev strana Şerefo, behsa nûavakirina Komara Tirkiyeyê di destpêka sedsala 19’emîn de dike. Wê gavê Ataturk bi zagon û guherînên radîkal dixwest Tirkiyeyê, bi neteweyeke ber bi moderniteya rojavayê cîhanê ve bibe. Di nav vê pêkanînê de jî şerê li hemberî kurdan di asta herî jor de bû.
Ataturk bi tundî li dijî kurdan şer dadestpêkirin, mirov dikare bibêje ku Tirkiyeyê hebûna xwe li ser tunebûna kurdan û gelên dîtîr ava kir. Li hemberî vê dagirkeriyê û tunekirinê gelek serhildanên kurdan yên nas pêk hatin: Serhildana Şêx Seîdê Pîran, Serhildana Agiriyê û Serhildana Dêrsimê ya Seyîd Riza. Komara Tirkiyeyê ne bi tenê bi çekdarî, her wiha bi siyasî, civakî, aborî, çandî û zimanî jî şer li hemberî kurdan meşand.
Di nav gelek plansaziyên bişaftinê de, Komara Tirkiyeyê siyaseta çandî jî di nav zagonên dewleta xwe de bi cih kir. Wek zagona reforma cil û bergan ya ku di sala 1925’an li her zilamê di welatî de dihate ferzkirin. Di şûna kumê xwe de, diviyabû her zilam şewqeyên ku Ataturk pêşniyaz kiribû, wek şewqeyê neteweyî qebûl bike. Ataturk êdî dest pê kiribû çand û jiyana rojavayê cîhanê ji xwe re esas bigire û Tirkiyeyê, gelên li Tirkiyeyê jî ber bi modernbûnê ve bibe.

Ev reforma cil û bergan, di vê mînakê de ya kuman dixwestin gelek cureyên kuman, şaşikan û hwd. ku her yek nîşaneya çanda gelekî bû ji holê rake ango pirrengiya welatî bi yek rengî biguhere. Cil û bergên sedsalan bi qurbana yek şewqeyê bike. Di vê helwestê de, xurtkirina yek netewe û tunekirina neteweyên din tevî çand û zimanê wan êdî bi fermî bi zagon dest pê dike.

Wek tê zanîn yek ji armancên din jî tunekirina alimên kurdan bû. Ji bo alimên kurdan qedexe bû ku şaşikên xwe yên şêx û meletiyê bidine serê xwe û di nav gel de weazê xwe bidin. Bi tenê ji bo şêx, mele û mirovên ku bi Komara Tirkiyeyê re kar dikirin û bi fermî êdî girêdayî diyanetê bûn mafê wan yê danîna şaşika aliman û weazdayînê hebû. Wisa êdî ji bo her kesî xuya bû, ka alim bi destûra Komara Tirkiyeyê weazê xwe dike an na.
Ev zagona ku êdî li her deverê Kurdistanê hatibû ferzkirin. Dayika min behsa kalê min û rûspîyên Gundê Mîrzebegan dike. Kalê min meleyê gund e, dema kalê min biçûya Êlihê, diviyabû şaşika xwe û şalwarê xwe ango cil û bergên xwe yên kurdî dayne û li şûnê şalê ‘modern’ li xwe bike. Ji ber ku wek dayika min dibêje: “Hikûmetê cil û bergên kurdî şal, şapik, şalwar, şaşikên aliman qedexe kiribû”. Li sûka Êlihê cihê hikûmet lê serwer bû lixwekirina cil û bergên kurdî qedexe bû. Ji ber vê zagonê, kes nediçû bajêr.

“Şerefo, were kumê xwe!
Kumê hevalê min e.
Avêt bin dara Bendikê
Kum qetandin bi kêrikê
Kum avêtin Dêrikê
Şerefo, were kumê xwe!“

Kê li hemberî vê zagonê kumê çanda xwe li xwe bikira û biçûna sûkê, şal û şapikên wan ji wan dihatin standin û kumên wan li ber çavên wan dihatin qelaştin û ceza li wan dihatin birîn.

Xwediyê stranê kî ye?

Di lêkolînan de ji bilî çavkaniya Konê Reş, tu çavkaniyên din li ser xwediyê stranê Ûsivkê Çelebî tune ye. Li gor Konê Reş, Ûsivkê Çelebî li gundekî çiyayê Omeriyan yê bi navê Cibilgirawê yê li ser bajarê Nisêbînê çêbûyê. Sala çêbûna wî ne diyar e. Wî jiyana xwe li binxet û serxetê derbas kiriye. Piştî danîna sînor, ew êdî li binxetê li gundê Elîfero bi cih bûye. Ûsivkê Çelebî, gelek stranên polîtîk yên ku nerazîbûna xwe li hember hikûmeta heyî çi ya Sûriyeyê çi ya Komara Tirkiyeyê be, di stranên xwe de vedibêje. Wekî strana xwe ya ‘Şerefo were kumê xwe.’ Di sala 1962’an de Ûsivkê Çelebî rehmet dike, hikûmeta Sûriyeyê dibêje ew ji meya zêde (alkola zêde) miriye lê xwediyên wî di vê de bi guman in û dibêjin ew ji ber stranên xwe yên polîtîk ji aliyê hikûmetê ve hatiyê kuştin.
Ev stran li derdora Omeriyan û Binxetê heta îro jî tê gotin, herî dawî Sefqan Orkêş ev stran bi lêv kiriye.

Ev strana ‘Şerefo tu were kumê xwe’ bi danasîna şerê Komara Tirkiyeyê li hemberî çand, ziman û hebûna kurdan zêdetir banga hişyarbûyîn û nerazîbûna li hemberî şerê çandê ye. Stranbêj di şûna Şerefo de bang li hemû kurdan dike ku rabin li kumê xwe xwedî derkevin. Mirov dikare vê bangê wek xwedîderketina li çand, ziman, hebûn û neteweya kurd jî fam bike ku divê em hişyar li hember her qedexeyî, bişaftin û tunekirinê tevbigerin. Divê em kurd bi xwe xwedî li nasname, çand û zimanê xwe derkevin. Ger em neçin bi kumê xwe ve, wê kê here bi kumê me ve?