24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurê Ozkan dê li girtîgehê li bavê xwe mêze bike!

Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan (83) ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne. Gelek nexweşînên wî yên giran hene û tevê ku temenê wî mezin e jî nayê berdan. Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û parêzerên TUAYDER’ê, ji bo ku rewşa tenduristiya Ozkan ji nû ve bê nirxandin, di 28’ê gulanê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabûn. Piştî serlêdanê Ozkan di 31’ê gulanê de, sewqî Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Perwerdeyê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû kirin.

Kurê Ozkan, Ahmet Ozkan jî li Girtîgeha Kampusa Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Amedê girtiye. Duh ji bo ku Ozkan li bavê xwe mêze bike sewqî Girtîgeha Tîpa D a Amedê hat kirin.

Kurê Ozkan Ahmet Ozkan îro bi telefonê bi xwîşka xwe Selma Ozkan re kir. Ahmet Ozkan ev agahî da xwîşka xwe: “Duh bavê min ji bo raporê birin Lijneya Tenduristiyê. Wê îro cara dawî bibin Lijneya Tenduristiyê. Bavê min li ser kursiyê biteker û destê wî kelepçekirî birin nexweşxanê. Ji bo ku bavê min bê berdan divê rapora pêwîst bê dayîn.”