19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurmê Serdestan, Çanda Bindestan

Li gelek deverên cîhanê gelên bindest xwe ji êrîşên artêşan bifilitînin jî piştî dagirkirinê li ser wan polîtîkayên bişaftinê hatine meşandin. Hin civaknas vê rewşê wek mirinek bûrokratîk bi lêv dikin. Di navbera civakan de hin cudahî hene û ziman ji hêla hevnaskirinê ve bi roleke girîng radibe û ziman di nav xwe de kodên çandî, civakî û hwd. dihewîne.

Gelek cureyên bişaftinê hene. Di civaknasiyê de ji bo bişaftinê pêvajoyek heye.  Çanda kesên an jî komên xwedî mirateyek cuda ya etnîk, heger ji hêla çanda serdest ve hêdî hêdî bê guhertin, ev pêvajo bi dawî dibe. Li cîhanê gelek komên kêmîne rastî êrîşên leşkerî û çandî hatine.

Her çiqas bi zor û zordariyê bişaftina civakên bindest bi nav û deng be jî hin civakên bindest bi awayekî dildarî destûr dane ku ev pêvajoya bişaftinê pêk bê.

Di navbera sedsala 18-20’emîn de polîtîkayên bişaftinê di nav mêtingerên Ewropayê de belavbûyî bû. Bi van polîtîkayên xwe ewropayiyan komên etnîkî yên Amerîka, Avutstralya, Afrîka û Asyayê him ji hêla aboriyê ve xistibûn bin mêtingeriya xwe him jî ola wan guherandibûn.

Bişaftinên bi dildarî bi gelemperî di bin tundiya çanda serdestan de pêk tên û di dîrokê de gelek mînakên bi vî rengî hene. Heke em mînakek bidin, di sedsala 14-15’emîn de gelek misilman û cihû ji ber destê zilma Engîzîsyona Spanyolan ola xwe   Komên wek Morisco û Marranos tên nasîn bi vî awayî dijîn û ol û baweriya xwe bi awayekî veşarî dijîn.

Mînakek din a şênber jî li Amerîkayê ye. Mêtingerên Ewropayî piştî ku li Amerîkayê bi cih dibin, dev ji çanda xwe berdidin û ruhê Amerîkayê ava dikin. Heman ruh ji bo civakên amerîkayiyên resen ango çermsoran dibe sedema kuştinê.

Neteweyên serdest ji bo pêvajoya bişaftinê gelek rêbaz xistine meriyete, yek ji wan jî dibistan in. Ji sedsala 19’emîn heta sala 1960’an li Kanada û Amerîkayê, ji hêla bişaftinê ve sûcên herî mêzin li dibistanên ku xwendevan dikarin lê rakevin derketiye holê. Malbatên wan mecbûr dimînin ku zarokên xwe bişînin van dibistanan.   Gelek zarok bi hesta nijadperestiyê hatine îstîsmarkirin û tundiyê ji mamosteyên xwe dîtine. Bi vî rengî gelek zarokên ku çûne van dibistinan êdî venegeriyane mala xwe.

Yek ji polîtîkayên bişaftinê jî bêbîrkirina mekan û civakê ye. Ji Hindistanê bigire heta Amerîkayê, gelek mînakên bi vî rengî hene. Nav û deverên cihan li gorî xwe diguherînin, cihên dîrokî wêran dikin. Bi vî awayî civakên bindest bê bîr dihêlin û çanda xwe li ser van civakan ferz dikin. Bi vî awayî peresîna civakan a çandî bêdirûv dikin.  Her çiqas der barê bişaftin û dagirkirinê de şîroveyên wek ji hin aliyan ve dibe sedema pêşxistina vê civakê bên kirin jî di eslê xwe de ne wisa ye. Him civakên bindest him jî endamên wê civakê bi van polîtîkayan kesayeta xwe ji dest didin û bi vî awayî têk diçin. Çimkî bi van polîtîkayan rasterast midaxeleyî kûrahiya kevneşopiyê dikin û bi kodên çandî dilîzin. Ev jî dibe sedema trawmayên mezin.

Deqeyek! Bala we kişand, têgehên em bikartînin çi ne? Dagirkerî, çand, bişaftin, zirardayîna cih û deverên dîrokî, dibistan, îstîsmar, xweveşartin…Gelo dibe ku ev çîroka li gelek deverên cîhanê di demên cuda de hatiye jiyîn, nehatibe serê me jî ?

Her çiqas em xwedî tecrûbeyên neyînî jî bin ev çîrok çîroka me ye. Berxwedana me jî bi heman awayî didome. Xwebûn xwezanîn û xwenasîn e. Hûn ji bo xwe û ji bo me ji bîr nekin… Cejna ziman hezar caran pîroz be!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê