Rojnameya Heftane

Jina pêşeng a dema xwe; Hypatia

Navenda Nûçeyan

‘Dema mêrek xweşikiya laşê jinan dibîne divê bi şehwet nekeve dû lêgerîna fetihkirina wê. Şûna vê, divê fêm bike ku xweşikbûna wê, rûyê xweşikiya…

Karapêtê Xaço û Yêvaya Hagop

Salihê Kevirbirî

Karapêt wiha digot:”Xwezî min mirina Yêvayê nedîta, xwezî nebûma şahidê mirina wê. Xwezî Xwedê pêşî canê min bistanda. Wê jî zehf kişand. Êşên wê, di…

Kurmê zimankuj

“Ji demeke ku nayê zanîn ve, zimanên xwecihî li seranserî Girava Kûsî (ev parzemîn niha wekî Bakurê Amerîkayê dihê binavkirin) belav bûne. Berî zêdetirî 500 salî, biyanî ji cihên dûr gihaştin vê derê û bi xwe ra zimanê xwe anîn. Di nav gelek bûyerên kavilker ên mîna qirkirin, metingerî, emperyalîzma zimanî, nexweşîyên nû û bicihkirina bi darê zorê ra ku pergala aborî, civakî û siyasî ya resen xera dikir, rêbazên karîgertir ên mîna li hemû dibistanan ku zarokên xwecihî lê dixwendin bicihkirina bi darê zorê ya zimanê îngilîzî, zimanên resen ên gelên xwecihî her roj ji roja din kêmtir hatin bikaranîn, gelek zimanan hebûna xwe ji dest da. Li gorî texmînan berî ku biyanî werin li Kanadayê 450 ziman û zaravayên aborjînal ên ji 11 malbatên zimanî hebûn. Bi tenê di nava sed salî da herî kêm 10 zimanên aborjînal ji holê rabûn. Niha (2008) bi tenê li holê 60 zimanên xwecihî yên ji 11 malbatên zimanî li Kanadayê mane. Niha tê hêvîkirin ku ji van tenê sê heb ji ber nifûsa zêde ya axêverên xwe hebûna xwe bidomînin û bi pêş bikevin. Lê belê lêkolînên nû nîşan didin ku bi tenê hejmara zêde ya axêveran têra mîsogerkirina hebûna zimanekî nakin, ji bo mîsogerkirina hebûna zimanekî hêmana herî girîng veguhastina wî zimanî ji nifşekî bo nifşekî din e. Gelo çend zarok bi wî zimanî mezin dibin, tiştê herî girîng ev e.”

Min bi jêgiraneke dirêj a der barê rewşa zimanên xwecihî yên li Kanadayê dest bi vê nivîsarê kir. Bi rastî jî gelekî dişibe rewşa me, bi tenê nav diguhere, lê belê helwesta metingeran li her cihî dişibe hev. Me ev jêgiran ji gotarekê wergirt, di gotarê da qala rê û rêbazên vejiyandina zimanên xwecihî dike, di warê bikaranîna zimanî da balê dikêşe ser gelek faktoran ku yek ji wan jî faktora derûnî ye. Zimanek dema ku li ber çavên axêverên xwe bêqîmet bû, wekî zimanekî nezanî û xizanîyê hate pênasekirin û bi vî rengî di dil û mêjîyê hinek axêverên zimanî da cihê xwe girt, êdî zindîkirina wî zimanî gelekî zehmet e.

Nexwe divê em serê pêşîn zimanê xwe li ber dilê gelê xwe şîrîn bikin. Xweşbextane hê jî beşeke mezin a civaka me ji ziman û çanda xwe hez dike, dixwaze zarokên xwe bi zimanê xwe rake, lê belê beşek ji civakê çi vekirî çi jî veşarî, ji vî zimanî, ji vê çandê direve. Ev rewş ji bo me tenê ne wisa ye, ji bo hemû zimanên bindest wiha ye, lewra jî di gotara ku me li jorê qal kir da dibêje, “Ji me ra mamoste ne pêwîst in, bijîşkên derûnînasîyê pêwîst in.”

Em jî hemû divê serê xwe li ser rê û rêbazên geşkirina zimanê xwe, xweşkirina zimanê xwe li ber dilê hemû mirovan biêşînin. Em hemû bala xwe bidinê ka em ê çawa wî kurmê zimankuj ê ku nahêle dê û bav bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin, ji nav dil û mêjiyê gelê xwe derxin. Ew xisletê xerab nahêle ku nifşên nû hînî zimanê dayika xwe bibin, nevî û dapîrê ji hev ra dike du kesên biyanî ku ji zimanê hev fehm nakin. Ew nevîya/ê ku dapîra xwe ya 80 salî mecbûrî wê tirkîya şikestî dike, ji xwe şerm nake, ji tirkîya wê ya şikestî şerm dike, hin caran jî henekên xwe bi tirkîya wê dike. Şerê pêşîn divê em li dijî wî kurmê zimankuj, hemû beşên civakê bikevin nav liv û tevgerê, xwedanên vê helwesta çewt li her cihî şermezar bikin. Şermezarkirina vê helwesta xerab, şermezarkirina rûreşîya mêtingerîyê ye.