19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lanetiyên ser rûyê erdê*

Têkiliyên zayendperest ku tê de jin her tim zayenda bindest e, bingeha xwe ji newekheviya zayendan digire. Em dizanin pergala ku em tê de dijîn, li gorî berjewendiyên zayenda mêr a serdest (û spî) xwe sazî kiriye û di her qadê civakê de ev serdestî tê parastin. Lewma ye ku dema mijar ‘tundiya li ser jinan’ be, jin çiqas ‘qurbaniya’ mijarê be jî, di dawiya dawî de ya sûcdar ew dibe. Di lîteraturê de ji vê yekê re ‘victim blaming’ tê gotin. Ango sûcdarkirina qurbaniyê. Ev têgeh di salên 1970’î de li Amerikayê di dozên tecawizan de pêş ket. Ji bo barê tawanbariyê ji ser faîl bê rakirin, li gorî vê têgehê jinên ku tê tecawizkirin sûcdar tê dîtin. Ango wekî mînakên ku em ji roja xwe ya îro jî dizanin, dema jineke leqayî tacîz û tecawizê were, destpêkê tê pirsîn, ka gelo ew jin çi li xwe kiribû, saet çendan de li derve bû, bi zilam re têkiliya wê çawa bû, tiştek vexwaribû û hwd. Bi vî awayî sûcê zilam ji holê radibe û jin wekî dawetkara tecawizê tê pênasekirin.

Dûre ev têgeh wek îdeolojiyeke ku nijadperestiya li dijî Afroamerikanan mafdar dibîne, hat pênasekirin. Dema ev mijar bi têkiliyên xwe yên ligel nijadperestî û zayendperestî di heman demê de girêdayî têkiliyên çînî bê berçav girtin, wê demê baştir dikare bê analîzkirin. Wek mînak li gorî vê hişmendiyê mirov ji ber ku teral in an jî bêkêr in, feqîr û xîzan in. Ger çalak û xîret bin dikarin serkeftî bibin. Ango newekheviyên çînî, civakî, aborî ku ji ber pergala kapîtalîst û baviksalar derdikevin holê wek sedem nayên dîtin; ligel vê serkeftîbûn û binkeftîbûn li gorî çalakbûna mirovan tê pênasekirin. Ger mirov di jiyana xwe de ne serkeftî bin, li gorî vê hişmendiyê ew bi xwe berpirsiyariya vê binketinê ne û sedemên (dezavantajên) din ên wek aborî, civakî, perwerdehî û hwd. nayên pêşçavgirtin. Heman hişmendî bi vî awayî rê li tundiya li dijî reşikan, jinan, karkeran, mirovên trans û ne ji rêzê û yên li keviyên cîhanê ne vedike. Lewre li gorî wan ev mirov bi binkeftîbûnên xwe ‘lenetiyên li ser rûyê erdê’ ne û her tundiya ku tê serê wan heq dikin.

Lê di heman demê de lêkolînên civakî, siyasî û aborî bi awayekî net radixin ber çavan ku di serî de, di newekheviya zayendan de û her wiha yên giştî civakan ne mirov lê pergala ku ew tê de dijîn, sedema binketinê ye. Wek mînak zarokeke ku di nav malbateke xizan de tê rûyê erdê hîn ji destpêkê ve xwedî gelek dezavantajan e. Şert û firsendên wî yên em bibêjin ji bo xwendinê, ji bo kariyereke pîşeyî, ji bo jiyaneke bi serê xwe û li gorî dilê xwe gelek kêm in. Dîsa lêkolîn nîşan didin ku di bin şert û mercên heyî de ji çînekê derbasî çînekê din jixwe ne mimkun e; lê firsenda şert û mercên xwe li gorî malbata xwe başkirin jî gelek gelek kêm e. Bi vî awayî mirov dikare bibêje ku bi giranî mirov (bê-)şensiya malbata xwe wek mîrate digirin. Zarokên di gettoyan de mezin dibin, li gorî stratejiya saxmayinê jiyana xwe didomînin.

Ev nêzîkatî rê li ber nijadperestiya li hemberî jinan, reşikan, feqîran, penaberan, -bi giştî li hemberî yên kesên ne spî û serdest in- vedike. Wek mînak reşikan wek ‘esrarfiroş’, jinên sovyeta kevin wek ‘laşfiroş’, penaberan ‘bêkêr’, feqîran ‘bêxîret’ dîtin bingeha xwe ji vê nêzikatiyê digire.

Li hêla din ji vê çeperê xwe rizgarkirin wek meseleyeke şexsî tê dîtin. Dema mirovekî, jineke ji nav têkiliyên bindest xwe qaşo xelas bike û li gorî têgihîştina desthilatdar di perwerde û kariyera xwe de pêş bikeve, wek kesekî ‘serkeftî’ tê pênasekirin. Li her derî mînak tê nîşandan, xelatan digire, di bernameyên ‘xwebihêzkirinê’ de navê wî bi tîpên stûr tên nivîsandin. Bi sloganên ‘tu jî dikarî serbikevî’ peyam ji kesên di gettoyên xwe de asê mane re tê şandin. Lê ev senaryoya wek fîlmên arabesk li pêş çavê me diherike, ji çend mînakên bi qasî tiliyên destekî derbas nabe. Ger derbas bibe jî, mînakên bi vî awayî hezaran, dehhezaran derbas bikin jî, ev ‘serkeftin’ tu bandoreke erênî li ser gettoya ku ew jê hatine nake. Dîsa lêkolîn diyar dikin ku ev serkeftinên takekesî berjewendiyên pergala newekhev qewîntir dikin. Lewre pergala serdest (a mêrê spî) van serkeftinan ji bo meşrûkirina xwe wek amûr bi kar tîne. Ew rastiyê bi hunera xwe ya manîpulekirinê çeprast dike û dibêje ew ne sedema binketinê ye lê –ka binêrin- mirovên serkeftî xwe di nav çeperên wê de dibînin.

Li hemberî vê manipulasyon û çewtkirinê ye ku tevgerên civakî, yên femînîst, yên jinan, yên kedkaran û sosyalîst tekoşînê dimeşînin. Gotina ‘bindestî ne qeder e’ ne îcada pergala serdest e; gelên bindest bi tekoşînên xwe yên li ser esasa xwebihêzkirinê û rêxistinê vê yekê tespît kirine û baweriya xwe bi rizgarkirina civakî tînin. Lewma ye jî tu pêşengên van rêxistinan bi ‘serkeftinên takekesî’ nayên bibîranîn. Dijî vê wek sembolên rizgariya civakên xwe di dîroka mirovahiyê de cihê xwe girtine.
*Navê pirtûka Frantz Fanon (1961)