spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Latîf: Xwendekar ji daxuyaniyên hikûmetê bawer nakin

Li başûrê Kurdistanê bi deh hezaran xwendekarên zanîngehê yên Silemanî, Soran, Kelar, Darbendîxan û Hewlerê ji bo mafê xwe yê mehane (dermale) ji hikûmetê bixwazin 4 roj in li kolanan çalakiyan li dar dixin. Bi taybetî li Hewler û Silêmaniyê bi deh hezaran xwendekar kom bûn û meşên girseyî li dar xistin. Xwendekar dixwazin ku hikûmeta Başûr mehane (dermale ango meaşê mehane) yê ku 7 sal in desteser kiriye bidin wan.

Têkildarî geşedanên dawî Rojnameger û nûçegîhanê Rojnewsê Berhem Latîf ku ji nêzîk ve çalakiyan dişopîne nirxandin kir. Lê beriya ku em nûçe derbas bikin, agahî hat ku Nûçegîhanê Rojnewsê Berhem Latîf û Birwa Eshed hatin binçavkirin û agahî ji wan nayê girtin.

Latîf beriya ku bê binçavkirin, der bare çalakiyên 4 rojan de ev agahî dan: “4 roj in pêşandanên xwendekarên zanîngehê li Silêmanî, Kelar, Derbendîxan, Hewler û li Soranê didomin. Armanca van çalakiyên xwendekaran dermala, yanî pereyê mehane ku hikûmet ji bo xerçê dide xwendekarên zanîngehê. Her mehê 100 hezar e ji bo debara mehekê ye. Zêdeyî 5 sal in ev pere hatiye ragirtin.  Hikûmet vî heqê xwendekaran nadin wan. Ji ber vê yekê xwendekar doza vî mafê xwe yê xercê dikin. Ev xwendekarên ku çalakiyan li dar dixin di aliyê aborî de astê wan nebaşin û dixwazin ev pereyên wan bê dayîn ku karibin debara xwe bikin. Ji bo karibin pê bixwînin mesrefên xwendinê temîn bikin. Ev çend rojin ev çalakî didome, lê aliyê pêvendîdar bersîv nedane xwendekaran.”

‘Ji xeynî pirsgirêkên mehane gelek pirsgirêkên din jî hene’

Berhem Latîf, da zanîn ku di destpêkê de ev nerazibûna xwendekaran li Silêmanî pêş ket û wiha berdewam kir: “Pêşandana xwendekaran ewilî li Zaningeha Silêmaniyê rû da û piştre li bajarên din belav bû. Li gel mafê xwendekaran ên dermale (Mehane-xercê mehê) gelek pirsgirêkên din jî hene. Wargehên ku xwendekar lê dimînin mijarên av û ceyranê jî bi pirsgirêk in. Xwendekar diyar dikin ku ava wan a germ û paqij tune. Cihê wan pir qirêj e. Dixwazin li gel mehane pirsgirêkên wan ên din jî bêne çareserkirin.

Hikûmet dixwaze dengê xwendekaran bitepisîne lê nikare

Di rewşê asayî de dema çalakiyek çêdibe bandorê li ser hikûmetê dike. Lê li gorî agahiyên gihiştin destê me di 2 rojên dawî de hem PDK û hem jî YNK şoq bûye. Ji ber ku bûyerek ji nişka ve derket û ne li heviya çalakiyek bi vî rengî bûn. Ne li heviya çalakiyek wisa mezin bûn. Hikûmetê û wezareta darayî daxuyanî dan. Lê baweriya xwendekaran bi vê daxuyaniyê wan nayê. Niha hikûmet hewl dide ku nerazibûnên wan bitepisîne û bê bandor bike. Lê nikare. Heta niha çiqas hewldan û mudaxale kir nikare wan bêdeng bike. Ev jî nîşan dide ku pêwist e hikûmet daxwazên wan pêk bîne. Ji bilî wê tu rê li pêş hikûmetê tune ye.  Aliyê pêwendîdar heta niha bersîvek ku xwendekaran îkna bike nedaye. Ji ber vê yekê xwendekar çalakyên xwe dewam dikin.”

Polîsan bi gazên îsotê û bombeyên gazê êrîşî xwendekaran kir

Latîf bal kişand ser çalakiyên li Silemanî û ev agahî dan: “Bi taybetî 22-23’ê mijdarê li Silêmanî alozî di xwepêşandanan de derket. Bi taybetî hem li ber kampusa nû ya zanîngeha Silêmaniyê û hem jî li ber kampusa kevn a Zanîngeha Silêmaniyê, li her du cihan jî alozî derketin. Polîsan û hêzên parastinê yên Silêmaniyê ku girêdayî YNK’ê ne êrîşî xwepêşandanan kirin. Bi taybetî bi gazên fêrmisk rij êrîş kirin. Dîsa bi darê ceyranê li dijî xwendekaran sekinîn û êrîşî wan kirin. Di 23’ê mijdarê de dîsa polîsan êrîş kirin û alozî zêdetir bû. Xwendekar pişti saet 9’an dîsa li pêş Zanîngeha Silemanî şemiyan  û berê xwe dan Walîtiya Silêmanî. Li wir kom bûn û piştre çûn Senterê Bajarê Silêmanî. Xwestin biçin wir, lê polîsan êrîş kirin. Di nêviyê rê de li hemberî malbendî YNK’ê ya Silemanî polîsan dîsa êrîşî wan kirin. Dîsa bombeyên fêrmisk rij bikar anîn. Ava îsotê avêtin xwendekaran. Ev bû sedem ku alozî zêdetir bibe. Di navbera polîs û xwendearan de şer çêbû. Xwendekaran jî bi keviran bersîv da polîsan. Polîsan jî bi fîşekên plastîk û gazên îsotê êrîş dikirin. Herî dawî polîsan gule li ser xwepêşandanan reşandin. Heta niha gelek xwendevan hatin binçavkirin.”

Hikûmet ne di berpirsiyariya ku daxwazên xwendekaran pêk bîne de ye

Latîf li ser helwesta hikûmetê û partiyên muxalif sekinî û wiha berdewam kir “Heta niha Tevgera Azadî Civaka Kurdistan û Komeleyî Dadgerî Kurdistan, Hevserokê YNK’ê Lahûr Şêx Cengî daxuyanî dan û destek dane daxwazên xwendekaran. Ew jî dibêjin ku pêwiste hikûmet wan guhdar bike û daxwazên xwendekaran pek bîne. Tê dîtin ku ev hikûmet ne di asta ku daxwazên gel pêk bîne de ye. Ne di vê berpirsiyariyê de ye ku vê erkê bide ser xwe. Xwendekar diyar dikin ku çima pereyê hikûmetê heye mihrîcan û gelek tiştên din çêbike. Lê çima pereyê wê tune ku mehanê xwendekaran bidin wan. Bi taybetî Serokê Parlamentoyê Kurdistanê jî bersîva xwendekaran da û got ‘Hikûmet diyar dike ku pereyê wan tune. Loma nikarin pere bidin xwendevanan.’ Lê xwendevan jî diyar dikin ku çima pere ji bo tiştên din heye, çima ji bo xwendevanan tune ye? Di vê serdema ku gelek çavkaniyên Kurdistanê yên aborî heye çima pere tune? Bi taybetî neft çavkaniyek mezin a aboriyê ye û çima pereyê hikûmetê tune ye? Hem Bexda jî pere jêre dişîne û hem jî dahatuyê nava xwe jî ji bo xwe bikar tîne.”

Mehane dahatuya Başûrê Kurdistanê milyarek û 200 milyon dolar e

Berhem Latîf bal kişand ser çavkanî û hatina başûrê Kurdistanê û ev agahî parve kirin: “Ew qas dahatuyê wê heye, lê çima nikare heqê miletê xwe bidin. Baweriya tu kesî ji serokê Parlamentoyê nehat. Niha bermîlek neft ne kêmî 80 dolarî ye. Hikûmetê Başûrê Kurdistanê rojane her rojê 470 hezar bermîl neft difiroşe. Ev jî ji bo hikûmetê dahatek pir mezin e. Dîsa mehene herî kêm 200 milyon dolar  dahatuyê wê yê navxweyî heye. Her meh Iraq 200 milyar dînar ji Hikûmeta Başûrê Kurdistan re dişîne. Dîsa hevpeymanên navneteweyî jî alîkarî dişîne. Her meh 20 milyar dînar dide pêşmergeyan. Mirov dikare bibêje mehane dahatuya Başûrê Kurdistan ne kêmî milyarek û 200 milyon dolarî ye.”

Dahatuya herêmê têrî hemû welatiyan dike

Latîf bibîr xist ku ew qas dahatekî mezin li ber destê hikûmetê heye û wiha bi dawî kir: “Lê çima nikare pereyê xwendekaran bide wan? Çima nikare daxwazên xwendekaran û millet pêşwazî bik? Di vê dema ku ev dahat têrî xercê millet û wê tevî dike, niha mehane bi awayekî rêk û pêk û baş nayê dayîn. Dîsa proje tune. Piraniya projeyan hatine sekinandin. Pere ji projeyan re nayê veqetandin. Pirsgirêkên mamosteyên ku bi peyman mamostetî dikirin, wan jî nerazibûnên xwe anîn ziman. Nêzî 20 rojan li ser şaqam man û mafê xwe xwestin. Niha gelek nerazibûn li Başûr çêbûne. Hikûmeta Başûrê Kurdistan nikare berpirsiyariya daye ser milê xwe pêk bîne. Nikare daxwazên millet pêşwazî bike. Ne di asta ku berpirsiyariya xwe pêk bîne de ye. Ji ber vê yekê her tim nerazibûn zêde dibin. Dibin gilok û mezin dibin. “