25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lê Amedê Amedê…

Seyidxan Anter

Em li warê Atsrid Lindgren in. Asrid Lindgrena nivîskar a kitêbên zarok û xortan wek EMÎL ê jêhatî, şûm û meraqdar. Her wiha PÎPPÎ LÅNGSTRUMP a ji xwe bahwer, wêrek û serfiraz. Çavên Asrid Lindgren li paş wê neman.

Şoreşgerê Bolşevîk Viktor Sergey, di bîranînên xwe de bala me dibe ser xalekê û kêm-zêde wisa dibêjê; dilşadîya herî mezin a nivîskarekî ku xewn û xeyalên wî dibin rastîya jiyanê.

100 saliya Apê Mûsa, ya li ser internetê, ya tebaxa 2020’an peywên herî nû ne. Li wir tespîtên wêje, raman û stîla nivîsandinê yên  Apê Mûsa tên vegotin. Mirhem Yigit ê  ji me gelek kesan bêtir pêwendîyên wî  pê re hebûn, kronolojîyek hewldanên Apê Mûsa ji guhdaran re destnîşan dike.

XWEBÛN’ê der barê Apê Mûsa de çend gotin ji min xwestine. Helbet adet e mirov serpêhatîyên xwe lê dike, lê ez ê bersiva pirsa ka Apê Mûsa çi tîne bîra min jî ji xwendevan re bêjim.

Mûsa Anter li Kurdistanê; Şabanê, Dêrzendîkê, Hatxê, Darê, Omeryayê, Torê, Bohtanê, Serhedê, Qerejdaxê, Meletiyê, Koçgiriyê, Dêrsimê, Mahabadê, Hewremanê, Koyê, Qamişloyê, her wiha Stenbolê, Pragê, Parîsê û Munîhê tîne bîra min.

Apê Mûsa, wek ku Memed Uzun bixwe dibêje mamosteyê wî, hevalê Tarik Ziya Ekincî, hogirê Faik Bucak û Yusuf Azizoglu û destbirakê Îsmaîl Beşîkçî bû. Nas û naskirîyê her kurdekî ku ji bo serfirazîya kurdan û mirovayetîyê têdikoşe û çaxa ku diqewimî bi hevalê xwe Orfi Akkoyunlu pêşewazî û parezwanê şewa Sêregê yî salên 1966-77’an ku Yilmaz Guney lê dipeyivî. Jiyana zindana nas heval û dostên wî zêdetir bibûn.

Îca, rengê jiyanê yê Apê Mûsa aliyê wî yê herî balkêş û girîng e. Apê Mûsa ji Kerkûka Dildar, heta bi Stenbola Şukru Baban û Ferda Çetîn, Parîsa Kamûran Elî Bedirxan, Praga Qasimlo û New Yorka M. Remzî Bucak, tevnek ji peywendî, raman, wêje û zanyarîyê saz kiribû ku tayên wê yê herî bihêz û saxlem Suadîye, Stililê û Amedê bû ku xelkê xwe li wan digirt.

Her çiqasî dema ku di warê aborî de lê teng dibû, Mûsa Anter konê xwe li çola Zivingê vedikir jî, warê wî Stîlîlê (bûka xemilandî) bû. Ji qewlê Apê Mûsa ve, wî li Stîlîlê şarja xwe dadigirt. Gotinên Stîlîlyan ji bo wî muzîk bûn. Şêxê Kûtê ku dîwana Cegerxwîn û kitêbên Apê Mûsa di axura xwe de vedişartin. Zinoya ku li ber bayê Mûsa Anter rabû ku xwe bigihîne Edeneyê. Çinara Apê Mûsa ku bi ser minara Stîlîlê dikeve, Evdiyê Zîno (Çali) bixwe çandîye. Hisênê Çirî, Şema ku nîvê Stîlîlê kiriye merivê xwe, Gêncoyê  ”reşkê şevê” û ”keliza” Hilwa  û zarokan ku ji Apê Mûsa re digotin: ”Weleh sebra te jî bi me tê.”

Di havîna 1990’î de, li ser xwestina wî dê me bi hev re “Çîroka Darê” binivîsanda. Di wê navê re tîmê filîmê Mem û Zîn hatin serdana Apê Mûsa û karê me jî neçû serî. Lewra dîroka malbata Anter ji Anterê Şêxo û wir de ji Darê dest pê dike.

Berê jî hatîye gotin lê rojekê em bi Apê Mûsa re, bi teksîya Xelikî diçûn Amedê, me Sultan Şeymûs derbas kir, bi rê de ew mesele ji me re got: “Heger hûn vê riyê bikolin hûn ê nikaribin ji hestîyê laşan bimeşin. Hunera Xalid Bin Welid gelek in. Û heger mirov binê bedena Amedê bikole hûn ê li laş û hestîyên sîxuran rast bên. Sîxurên ku hev ji dewletê re divîbûn.”

Apê Mûsa kefenê wî tim pê re bû, lê haya wî jê tunebû ku wê kolanên Amedê bi xwîna xwe av bide.

Wek ku piranîya me lê temaşe kiriye, çaxa ku Apê Mûsa li strana Lê Amedê Amedê guhdarî dike û mîna derwêşê erbana wî di dest de, zarokê di hembêza xwe de bilind dike, hindik dimîne  ku baskên wî çêbibin.

Çavên Apê Mûsa li paş wî neman!