24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lê êzingên min

Riza Uyar

Zilam barekî êzing tîne dide kurê xwe. Dibêje vî barî bibe Midyadê bifiroşe û bi wî pereyî çayê û şekir bikire û bîne. Kurik êzingan tîne Midyadê û bang dike dibêje werin êzingan werin êzingan… Zilamek bang li kurik dike dibêje ev êzing ên firotanê ne, ew dibêje erê. Bi hev re para êzingan dikin. Zilam dibêje de başe bîne êzingan deyne. Kurik barê xwe datîne û perê xwe digire û diçe.

Çend gavan diçe cardin bi şûn de vedigere. Zilam dibêje xêre lawo. Kurik dibêje lê êzingên min. Zilam dibêje min êzing ji te kirîn û min pereyê te jî da te de îca here.

Kurik hinekî diçe û car din vedigere û dibêje lê êzingên min.

Zilam hew xwe radigire û ji kurik re dibêje, ez bi qurbana te me, tu herî tu dixwazî êzingên xwe jî bibe û pereyê ku min daye te jî ji te re, bes tu herî.

Kurik êzingên xwe bar dike û hinekî diçe û cardin li zilam vedigere û dibêje xalo tu êzingan nakirî? Zilam bersiv didê: Çima qey ez ji kerê ketime ku ez careke din êzingan bikirim.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê