16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lê ku bêjin tu jî deve yî!

Riza Uyar

Li hêla Qerejdaxê dibêjin ku fermana deveyan derketiye. Hemî  deve li hev dicivin û biryara koçberiyê didin. Di nîvê şevê de deve ji Qerejdaxê bi rê dikevin, wê herin Binxetê û li wê derê bi cih bibin. Hinekî dimeşin, lê dinihêrin ku waye roviyek jî li pey wan e û tê.

Deve li benda rovî dimînin. Rovî jî tê li ber wan disekine.

Deve ji Rovî dipirsin û dibêjin:

‘’Birayê Rovî, li me hal e lê te çi hewal e?’’

Rovî bi keser bersiva wan dide û dibêje; ‘’Birakno wekî ku hûn jî dizanin ev der Tirkiye ye. Li vî welatî  hed û hesabê bêbextiyê jî nîn ne. Niha ku yek derkeve û  bibêje tu jî deve yî, de kanê ez ê wê demê çi xwelî li serê xwe bikim. Ez bi serê bavê we bikim, heta ku bawer bikin ez ne deve me, wê temenê min xelas bibe. Loma min ji xwe re got a baş ez jî bi deveyan re birevim.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê