25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hejmara 60’î ya Le Monde Kurdî derket

Rojnameya Le Monde Dîplomatique Kurdî bi hejmara xwe ya 60’î derket û gihîşt xwînerên xwe. Rojnameya mehane ya bi awayekî dijîtal derdikeve, bi gotar û analîzên wek ‘Îskoçya xeyala serxwebûnê dike’, ‘Bîrek ku tu kes dawiya wê nabîne’, ‘Qada Tahrîrê semboleke dorpêçkirî’, ‘Îlizyonên Kêmbûnê’ û hwd. derket.

Di vê hejmarê de Le Monde di beşa nivîsên redaksîyona kurdî de, cih daye gotar û analîzên wekî yên Dr. Nadîre Guntaş Aldatmaz lêkolîna bi sernavê ‘Zimanên Mîrata Kultura Dinyayê yên di Tehlûkeyê de ne: Mînaka Kirmanckî (Zazakî)’;  zimanzan Reşo Zîlan jî bi sernavê ‘Serpehatiyek bi Apê Mihemed re’; weşanger Koroglu Karaaslan li ser pirtûka ‘Dr. Seîd, Me Kilîta Çiyê Wenda Kir’, nivîsandin. Jînda Zekîoglu jî bi nivîskar Firat Cewerî  re li ser edebiyata kurdî û serpêhatî û nivîskariya wî hevpeyvîn kiriye.

Rojnameya Le Monde, di vê hejmara xwe de rûpelên xwe bi wêneyên wênezasê kurd Tîmur Çelîk xemilandiye. Hunermendê hejmara 60’î ji Gumuşhaneyê ye ku xebatên xwe yên hunermendiyê li Almanyayê didomîne. PARÎS

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê