Rojnameya Heftane

Lêgerîna desthilatdariyê

Rûsya ji despêkê ve girîngiyeke mezin dide erdnîgariya Rojhilata Navîn. Di pêvajoya şerê sar de jî her çiqas xwestiye ku xwe li vê herêmê bi cih bike, hevsengiyên bi siyaseta navneteweyî hatibûn avakirin ji bo wê astengiyên herî mezin bû. Îro Rûsya aktorekî sereke yê vê siyasetê ye. Lewma ev jî ji bo Rûsyayê derfet û xeteriyên mezin bi xwe re derdixe holê.

Di navbere Amerîka û Rûsyayê de piştî serdema şerê sar bi dawî bû û şûnde cara yekem ev her du hêz di vê astê de nêzî hev dibin. Bi saya vê nêzîkayê Rûsya ket nav hewildanên pêkanîna xewna xwe ya sedsalê. Ji despêkê ve armanc û daxwaza Rûsyayê ew e ku ew bikaribe xwe di Rojhilata Navîn de bi cih bike û di warê siyasî û leşkerî de bandora xwe li ser Deryaya Spî jî ava bike.

Ev pêvajo bi mudaxeleyên şerê Sûriyeyê ve bandora xwe ava kir. Bi Tirkiye û Lîbyayê ve berdewam dike. Di roja me ya îro de Rûsya di çarçoveya vê planê de nêzî dewletên herêmê dibe. Lê rêveberiya Moskovayê di bi xetere û zehmetiyên vê pêvajoyê dizane.

Pêşketin û bûyerên li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn diqewimin wekî berê bala Amerîkayê nakişîne. Ji ber ku Amerîka bi tifaqên xwe projeyên xwe li herêmê pêşdixe. Her tim li herêmê di pozîsyoneke stratejîk de ye. Lewma ew çalak nebe jî û yekser mudaxeleyî bûyera ango pêvajoyê neke jî ew dizane her tim hêza diyarker ê yekem e.

Rûsya ger wê li herêmê bi hêzeke wisa re têkeve nav pêşbaziyê, pêwîst e bi qasî siyaseta xwe û şêwaza xwe ya mudexaleyê guhertinan çêdike. Di nav xwe de reforman li pêş dixe. Hefteya borî Serokdewletê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn di axaftina xwe ya vekirina meclisê de, diyar kir ku ev pêvajo dest  pê kiriye.

Di axaftina xwe de Pûtîn gelek mijar nirxandin. Ji van mijaran a herî girîng û pêwîst mirov bi baldarî bişopîne ew e ku dixwaze di makezagona Rûsyayê de guhertinan çêbike. Ev guhertinên mîna lêgerîna berdewamkirina desthilatiya Pûtîn tên nirxandin, di halê heyî de bi temamî nehatiye fêmkirin.

Bêguman ev li Rûsyayê tê wateya destpêkirina pêvajoyeke nû. Di vê pêvajoyê de kesê herî nêzî Pûtîn û her wiha Serokwezîrê Rûsyayê Dîmîtrîy Medvedev e, li ser daxwaza Pûtîn ji erka xwe îstîfa kir. Di heman rojê de hat ragihandin ku Medvedev wek cîgirê Konseya Ewlekariya Rûsyayê hatiye peywirdarkirin. Pûtin beriya sala 2024’an dixwest bi formûlekê erka xwe berdewam bike. Yan jî ji xwe re statûyek serokdewletiyê çêbike. Bi vê hemleyê ve mirov dikare bêje; lêgerînên Pûtîn û siyaseta Rûsyayê ya Rojhilata Navîn di nav nakokiyan de ne. Bi vî halî gelo Rûsya wê çiqas bikaribe li ser siyaseta Rojhilata Navîn ango siyaseta global a cîhanî bandoreke erênî ava bike. Bêguman bersivên pirsan di nav dîwarên Kremlîn de ne.

Pirseke din a girîng jî ew e ku gelo ev pêvajoya lêgerîna desthilatdariyê ji hêla hêzên navneteweyî ve çawa tê nirxandin? Ew ê dîrok vê nîşanî bide.