Rojnameya Heftane

Lêkolîneke rexneya edebî

Weşanxaneya Sîtavê  pirtûka bi navê “Li Başûrê Kurdistanê Lêkolînek Li Ser Rexneya Edebî” çap kir. Pirtûk lêkolîneke li ser rexneya edebî ye û nivîskarê wê Rêbî Zêbarî yê ji başûrê Kurdistanê ye.

Mijarên pirtûka ku ji 191 rûpelan pêk tê, gotar û lêkolînên rexneyên edebî yên rojname û kovarên ku di navbera salên 1991-2003’yan de li başûrê Kurdistanê hatine çapkirin in. Her wiha kovara Peyvê (2003-2009) jî yek ji mijarên lêkolîna pirtûkê ye. Nivîskar der barê pirtûka xwe de axivî û diyar kir ku rexneya edebî beşek ji edebînasiyê ye û gelek qonax derbas kirine. Rêbî Zêbarî anî ziman ku risteke girîng a rexneya edebî di pêşketina edebiyatê de her hebûye û ev rist hîn jî berdewam e. Zêbarî her wiha got ku heta niha gelek teorî derketine û her teorî ji bo sererastkirina şaşiyên teoriyên berî xwe bûne.

Rêbî Zêbarî da zanîn ku pirtûk behsa dîrok û rewşa rexneya edebî ya kurdî ya li başûrê Kurdistanê dike. Zêbarî destnîşan kir ku armanca nivîsîna pirtûkê danasîna edebiyata başûrê Kurdistanê bi perçeyên din ên Kurdistanê û kurdên deverên din e.

Rebî Zêbarî di sala 1991’î de li navçeya Akrê ya bajarê Duhokê hatiye dinyayê. Di sala 2013’an de beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Duhokê û her wiha di sala 2017’an de jî mastera xwe li Beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Zanîngeha Yüzüncü yil ya Wanê xelas kiriye. AMED