spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lêkolîneke têkildarî pirtûkên Helîm Yûsiv

Bi sernavê “Sûretê Piştê, barê mêtîngeriyê di anatomiya edebî ya Helîm Yûsiv de” pirtûkeke lêkolînî hat amadekirin. Pirtûka ku Ferzan Şêr nivîsiye ji Weşanxaneya Peywendê derket.

Ferzan Şêr fîzyoterapist, helbestvan, rexnegir, akademîsyen û wergêr e. Bi navê Otopsiya Berbejnekê pirtûkeke wî ya helbestan jî heye. Ferzan Şêr bi navê ‘Sûretê Piştê barê mêtingeriyê di anatomiya edebî ya Helîm Yûsiv de’ pirtûkeke lêkolînî amade kir.

Pirtûka ku ji Weşanxaneya Peywendê hat derxistin berê xwînerên xwe dide mijareke girîng. Pirtûk ji 134 rûpelan pêk tê.

Akademîsyen Şêr dema li ser wêjeya Helîm Yûsiv mijara xwe wekî “pişt” diyar kiriye, berê xwe daye pirtûkên wî û zêdetir bi ser çîroka “Mîrî Ranazin” û romanên wî “Sobarto” û “Tirsa Bê Diran” re mesele domandiye.

Di naveroka pirtûkê de bi sernavên wek ‘Di vegotina efsûnî ya Helîm Yûsiv de Sûretên Bedenê’, ‘Ax pişta min: Darê piştê di deqên Helîm Yûsiv de’, ‘Hest(îy)ê zimên’, ‘Şikandina Darê Pişta Hukmê’ de Ferzan Şêr mijar girtine dest.

WAN