19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lêkolînên zanistî pîvana paradîgmaya nû diyar dikin

Serhad Kaya

Cudahiya di navbera goştxwirî û giyaxwiriyê de dibe ku wek pêdiviya xeleka jiyanê were dîtin: dibe ku hin kes bêjin ji bo jiyana ajalan pêdivî bi giya, ji bo jiyana mirovan jî pêdivî bi ajalan heye. Di vê de li şûna peyva ‘pêdivî heye’, ‘hatiye afirandin’ were danîn wê were fêmkirin ku ev fikir ne fikreke zanistî ye lê fikreke olî/mebestî ye. Ji bo fêmkirina rastiya wê jî pirsa ’giya ji bo xwarina ajalan, ajal ji bo xwarina mirovan hatibe afirandin (nexweşiyên wek cuzzam, pençeşêr bînin bîra xwe) qey bakterî û vîrûs jî ji bo xwarina mirovan hatine afirandin? Kirin bes e. (A. Şenel)

Di kolanên arkeolojîk de bi gelemperî ji bermahiyên ji kevir û hestiyan tê gotin ku nêçîrvaniyê bandor li jiyana mirovan kiriye. Ev bûye sedema nêrîna yekalî ya li dîrokê. Hat fêmkirin ku yek ji sedemên bingehîn ên serdestiya nêçîrvaniyê heya îro ji ber vê nêrîna yekalî ye. Ji ber vê çendê heger şert û mercên serdemê li ber çavan bên girtin, dikare bê gotin ku kevir û hestî bi hêsanî dihatin veşartin lê ne rast e ku mirov heman tiştî ji bo nebatan jî bibêje.

Lêkolînên zanistî
Di deh salên dawî de hate dîtin ku li gorî lêkolînên zanistî, fosîlên mîkroskobîk ên nebatan ji holê ranebûne. Li ser vê bingehê, zanyaran karibûn li ser alav, hestî û diranên mirovên girêdayî serdema kevirîn lêkolîn bikin. Bi vê rêbazê, hate kifşkirin ku mirovên berê bi piranî nebat dixwarin. Sedema vê yekê jî ew e ku mirov li gor anatomî û fîzyolojiya xwe, ne xwedî geneke taybet e ku goşt bixwin. Di vî warî de, dikare bê gotin ku mirov adepteyî xwarina nebatî ne.

Ji bo vê yekê mînaka çêtir dê lêkolînên li ser hestiyên 68 gladyatoran bin ku li goristana gladyatorên Efesê hatine dîtin. Di van lêkolînan de, li ser zêdeyî 5 hezar hestî lêkolîn hatine kirin. Li ser beşa xaçê ya hestiyan kûrahiyek mezin a mîneralên hestiyan heye. Bi gotineke din, hate aşkerakirin ku ji bo masûlke û hestiyên xurt gladyatorên xwedî xebateke giran û parêzek baş in. Ji ber vê parêzê, hate diyarkirin ku ji gladyatoran re Hardeari digotin, ji ber ku fasûlî û ce dixwarin.

Şaşiya dîrokî
Xeletiya enerjîdana goşt ji hêla kîmyagerê alman Liebig ve di salên 1800’î de hate danîn. Liebig got ku enerjiya masûlkeyan ji proteîna ajalan tê û vejeteryan nikarin demek dirêj werzîşê bikin. Gotina ji bo proteînê ya kîmyagerê Alman, li gelek kesan bandor kir, DYA jî tê de. Teoriya wî bi vedîtina masûlkeyên bi karbonhîdratên ji nebatan tên dixebitin, tê têr kirin, hilweşiya. Heya wê hingê, ramanên Liebig cîhan dorpêç kiribû. Gava ku werzîşvanên nebatî di 1908’an de medalyayên zêrîn ên olîmpîk wergirtin, bernameyên parêzê yên nebatî populer bûn.
Dikare were gotin ku nêçîrvaniya kûrbûyî Leviathanek welidand û ev Lev-îathan bû sedema 3 şerên mezin ên cîhanî û mirina bi milyonan mirovên ku rasterast bi nêçîrvaniya kûrbûyî (kuştin, gulebarankirin) re têkildar in. Heta ku anarşîst, femînîst, sosyalîst, komunîst, demokrat û hwd yên îro li cîhanê li ber xwe didin, piştgiriyê nedin çalakiyên mafdar ên vejeteryan û veganan dê hilberîna desthilatdariyê û şer bidomin.

Nêçîrvanî paşê tê kirin
Ji hêla zanyaran ve hatiye destnîşankirin ku yekem çavkaniya xwarinê ya mirovên prîmîtîve (seretayî) berhevkarî ye. Bi demê re, mirovên seretayî ji bermahiyên heywanên ku ji hêla heywanên kovî ve (tene ji sedî 2’yê xwezayê digirin) tên nêçîrkirin dest pê kirine. Ev çavkaniya xwarinê di lîteraturê de wekî leşxwariyê tê binavkirin. Bi demê re, hin kesan bi teqlîdkirina van ajalên kovî dest bi nêçîrvaniyê kir. Bi gotineke din, nêçîrvanî gelek paşê wek çavkaniyeke xwarinê derketiye holê. Şaşiyeke wiha heye ku termînolojiya heyî aşkera dike dibêje bêyî nêçîrê jiyanek ne pêkan e. Di vî warî de, dikare bi hêsanî bê gotin ku dîroka şaristaniyê bi nêçîrvaniyê xwe teorîze kiriye. Ji ber vê çendê ye, di zimanên hind-ewropî de peydabûna têgeha lîstok (lîstik) ji têgeha lêxistin, lêxistok (lêdan) jî berhemeke kûrbûna vê şaşiyê ye.

Vîtamîna C
Li gorî goştxwiran, ji bo hezmê qenaleke me ya dirêj heye. Di vî warî de, mirov dikare nebatên dirêjtir bimehîne. Em nikarin vîtamîna C’ê jî hilberînin. Vîtamîna C jî di nebatan de heye. Ev nîşan dide ku jixwe nekariya hilberînî jiyana me çiqas bi nebatan ve girêdide. Ji ber vê yekê mirov nêrîna trîkromatîk (dîtiniya rengîn) heye. Berevajiyê vê goştxwir xwedî nêrîneke dîkromatîk (du-reng) in. Rastiya ku mirov bêtir rengan dibînin nîşan dide ku pêdivî bi dîtina fêkiyên nû û ciwan heye.
“Em dizanin ku di bin rêberiya zanistê de, bav û kalên mirovên yekem ji Afrîkaya navîn koçî bakur û rojhilat bûne û hatine Mezopotamyayê. Her weha zanyar dibêjin ku genimê îroyîn bi çil û çar kromozom ji pêkvebûna gihayê genimê kovî û gihayê bizinê çêbûye. Heya wê rojê, bav-dêya mirov giya dixwar. Wan dest bi xwarina giyayê genim kir ku ew celebeke giya ye û bûye parçeyek ji jiyana wan. Dê-bavên mirovî bi organên mêjî û cerebellum ên bi vê xwarinê bi pêş ve diçin û mezin dibin ji serdema zarokatiyê xelas dibin. Pêvajoya mezinbûnê hîn jî li ser riya pêşveçûnê ye. Her ku hişê mirov bi pêş dikeve, hest jî bi pêş dikevin. Rêxistinkirin û watedarkirina wan bi wextê ve her tim dewam kiriye û wê dewam bike. Bi çêbûn û pêşketina hesta dilsoziyê, îro li Mezopotamyayê rîtûela “maçkirina nanê ketî û danîna ser serê xwe” ve berdewam dike. Em hem bi dilsozî û hem jî bi spasiya xwe ve girêdayî nanê ku me radike ser piyan û li ser xwe disekinîne. ” (H. Mem, Tesewira Xaniyê Fîlozof, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê)

Gotara jêrîn dê di warê glîkoza karbohîdartan û çêbûna mêjî de pir bikêrhatî be. Wekî mînak, di 100 gram arvanê genim de, 13,6 gram proteîn, 2,5 gram rûn, 69,1 gram karbobhîdrat heye û 339 kalorî. (R. A. McCance û E. M. Widdowson, The Compasifianof Foodllan (ji 1960’an) AnaBritannica (çapa 1986) “Nutrition” nivîsar, (jê wergirtin; Alaeddin Şenel).

Dema em li vegotina etîmolojîk a karbonhîdratê ku yek ji mijarên sereke yên xwarina werzîşkaran e, dinêrin em dibînin ku ew ji peyva ‘chenm’ tê û ev peyv di zimanên hind-ewropî de (koma zimanên Aryen), wek mînak bi kurdî bi wateya ‘genim’ e û gelek nêzîkê hev in.

Çavkanî:
-H. Mem, Tesewira Xaniyê Fîlozof, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

-Aleaddin Şenel, Dîroka Mirovahiyê (Însanlik Tarîhî)

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê