25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkeran avêt ser mala şînê

Li Farqînê, leşkeran êrîşê mala şînê ya şehîd Şehnaz Okşamak kir û dest danî ser kursiyan. Şehnaz Okşamak sala par di 25’ê îlon 2020’an de, di êrîşeke hewayî de ku li herêma başûrê Kurdistanê çêbibû şehîd bûbû. Ji bo Okşamak li Farqînê, li gundê wê Mîreliya şîn hat danîn û gel çû sersaxiya malbatê.

Dest danîn ser kursiyan

Malbata Okşamak ji bo şînê li ber mala xwe di qadeke vekirî de kursî danîn lê leşkeran duh roja 20’ê nîsanê avêt ser cihê şînê. Leşkeran îfadeyên kesên malbatê F.O, U.O, M.A, S.O û kesekî ku navê wî nehat zanîn girtin. Leşkeran dest danî ser kursiyên mala şînê û li qamyonekê bar kirin û birin. Piştî du saetan cardin kursî hatin şandin.   

Hat ragihandin ku leşkeran heqaret li malbatê kirine û fermandarê qereqolê jî gef li malbatê xwariye û gotiye: “Li vir dîkek hebe, ew jî ez im, li vê derê yek bang bike, ew jî ez im.”

Her wiha leşkeran ji bo 5 kesên ku li teziyeyê bûn 7 hezar TL cezayê pere birîn.

AMED