24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkeran bi ser gundan de girt û jin derb kirin

Li bakurê Kurdistanê operasyonên leşkerî tên kirin. Di çarçoveya van operasyonan de leşker bi ser gundan de digirin û tehdê li gundiyan dikin. Di 21’ê kanûnê de leşker û tîmên taybet, bi ser mezraya Bûrmataş a girêdayî gundê Hasanova ya navçeya Kanîreşê ya Çewlikê de girtin.

Di bin navê lêgerînê de hemû amûrên li malan ji hev xistin û xesar dan wan. Leşkerên ku di lêgerînan de tiştekî nedîtin, nav mala welatiyê bi navê Zekî Sayak (85) ku cezayê wî hatibû erêkirin, bi hinceta ku “kamp heye” kolan. Dema jinan bertek nîşanî vê yekê da, leşkeran bi tundî û heqaretê li wan kirin û li wan dan. Gundiyan xwest ku tiştên ku li gund pêk hatine di cih bên lêkolînkirin û ji bo vê yekê bang li rêxistinên mafên mirovan û parlamenteran kirin.

Piraniya gundiyan binçav kirin

Di 24’ê kanûnê de leşker li navçeya Berwariyê ya Sêrtê jî bi ser mezraya Umyanis de girtin û bi angaştên “propaganda rêxistinê kirine” û “kesan tevlî rêxistinê dikin” 19 kes binçav kirin. Ji ber ku piraniya gundiyan hatin binçavkirin, welatiyên astengdar û sewal bêxwedî man.

Leşkerên tirk li sêgoşeya navçeyên Licê, Farqîn û Pasûrê yên Amedê jî derketin operasyonê. Leşkeran di vê operasyonê de bi ser gundan de girtin û lêgerîn kirin. Her wiha leşkeran di çarçoveya operasyonê de 19 şikeftên dîrokî yên li her sê navçeyan bi çekên giran hilweşandin.