19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkeran hişyar nekirin û gule reşandin

Leşkerên artêşa tirk li sînorê Herêma Federal a Kurdistanê û navçeya Rûbarok a Colemêrgê, li ser welatiyên bi navê Şahap Şendol (23) û Celîl Ekîncî (17) gule reşandin. Di êrişê de Şahap Şendol û Celîl Ekîncî birîndar bûn. 2 welatiyên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyeke Duhokê. Şendol ku ji destê xwe ve birîndar bû, 2 pêçiyên destê wî hatin jêkirin û taburcî kirin.

Ekîncî yê 17 salî ku ji zikê xwe ve birîndar bû jî, heta niha 3 caran emeliyat bû û dermankirina wî li nexweşxaneyê didome. Ekîncî tiştên hatin serê wî bi Ajansa  Mezopotamya (MA) re parve kir. Ekîncî anî ziman ku saet di 07.00’ê 18’ê gulanê de tevî 3 hevalên xwe, xwestin ji Herêma Federal a Kurdistanê derbasî Tirkiyeyê bibin û wiha got: “50 metre mabû em bigêjin sînorê Tirkiyeyê. Eskeran bêyî hişyarî bikin li ser me gule reşandin. Eskeran em dîtin. Lê negotin ‘Hûn ji ku tên û hûnê biçin ku?’ Rasterast li ser me gule reşandin. Eskeran em dîtibûn û em nas dikirin. Dizanîbûn em ji kijan gundî tên. Piştî ez birîndar bûm, ez li hevalê xwe geriyam. Min xwest bê alîkariya min. Lê dema hevalê min hat li ser wî jî gule reşandin. Dema ez ji hesp daketim, li min gule reşandin. Gule li ser dilê min ket. Piştre hevalê min Nebî hat cem min. Hevalê me Şahap Şendol ji destê xwe ve birîndar bû. Li pey me hatin û çêr li me kirin. Me got we em hişyar kiribûna em nedihatin vir.”

Ekîncî, da zanîn ku piştî piştî leşkerên tirk ew birîndar kirin, nehatin alîkariya wan û wiha axivî: “Hatin tenişta me. Lê alîkariya me nekirin. Di nava xwe de digotin ‘Me ew kuştin’. Dema em vedigeriyan mala xwe gule berdan me. Xizmên me yên li Herêma Federal a Kurdistanê bi hawara me hatin û em rakirin nexweşxaneyê. 2 pêçiyê hevalê min Şahap jêkirin. Li heman herêmê di 31’ê kanûna 2020’an de dîsa eskeran gule reşandin û birayê min Reşat Ekîncî birîndar kirin. Em dibêjin bes e, bila me nekujin. Gule berdan serê birayê min Reşît û bi giranî birîndar kiribûn. Dikarin me tevan bikujin. Lê destê me vala ye.”