19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkeran li Tetwanê dest danîn ser arvanê gundiyan

Êdî li Tirkiyeyê leşker dest datînin ser çewalên arvanê gel û ji bo xurekên wan jî sînoran datînin.

Leşkerên tirk li Tetwanê di nuqteya lêgerînê de çewalên arvanên gundiyan desteser kir û leşkeran ji gundiyan re gotin ku ew nikarin ji bilî 5 kîloyan xurekan bi xwe re bibin, lewra ev yek qedexe ye.

Erebeya gundiyê ji gundê Oleka Jêr di nuqteyalêgerînê de ji aliyê leşkeran ve hat rawestandin û çewalê arvan yê 50 kîloyî yê gundî desteser kirin. Leşkeran wekî sedema desteserkirina xwe jî ji gundiyan re gotiye ku xêncî 5 kîlo arvan û 5 kîlo şekir hûn nikarin zêdetir tiştinan bibin û diyar kirine ku ev yek fermana misoger ya Fermandariya Alayê ye.

Li ser vê yekê gundiyan bertek nîşanî leşkeran da lê belê der barê rûdanê de leşkeran girtek jî ji bo gundiyan negirtin.