Monday, September 20, 2021

Leşkerê dawî ji Afganistanê vekişiya

Piştî ku artêşa DYA’yê 20 salan li vî welatî ma, doh piştî nîvro leşkerê dawî yê DYA’yê xwe ji balafirgeha Kabula Afganistanê vekişand. Leşkerê dawî yê ku ji balafirgeha Kabul derket general Chris Donahue bû.

Di çarçoveya danûstandinên hevdîtinên Dewhayê de, DYA’yê di 29’ê sibata 2020’an de bi tevgera Talibanê re peymanek kiribû ku heta 1’ê Gulana 2021’an bi temamî ji Afganistanê vekişe. Peyman di dema serokatiya Donald Trump de hat kirin. Lê Serokê Amerîkayê yê niha Joe Biden, proseya vekişînê ji gulanê ve ji bo 11’ê îlonê paşxist. Li gor plana Biden, divê berî 11’ê îlonê Amerîka ji Afganistanê vekişiya. Serokê DYA’yê Joe biden destnîşan kiribû û gotibû heta 31’ê tebaxê, dê hemû serbazên Amerîkî ji Afganistanê bên vekişandin.

Wekî tê zanîn di sala 2001’ê de DYA û hêzên hevpeyman piştî êrîşa 11 îlonê li dijî DYA’yê pêk hat, dest bi şerê li dijî El Qaîde û Talîbanê kirin û desthilata Afganistanê ji destê Talîbanê derxistibûn.

Piştî vekişîna leşkerên dawî ji Afganistanê rewşa sivîlên ji bo derketina ji Aganistanê nayê zanîn û wiha xuyaye ku dê bi desterekirina Talîbanê ya balafirgehê re ew jî ji wir veqetin û bi qedera xwe ya di bin desthilata Talîbanê de ji neçarî razî bibin. Li gorî hin rapor û nûçeyên ku ji Afganistanê tên ragihandin, endamên Talîbanê dê wan kesên ku berê alîkariya DYA û hêzên hevpeyman kirine rihet û bê ceza nehêle.

Piştî ragihandina vekişîna leşkerên dawî tevgera Talîbanê hin peyam ji nava balafirgehê dan û gotin ku derketina leşkerên biyanî ji Afganistanê tiştekî baş û girînge ji bo hemû gelê Afganistanê. Berdevkê Talîbanê Zebîhulah Mucahid der barê vekişîna leşkeran de wiha got: “ vekişîna Amerîkayê serkeftina me tevane. Em Afganistanê pîroz dikin bi vê serkeftina me tevan.”

Di heman demê de rexneyên tund ji gelek derdoran li rêveberiya serokê DYA’yê Joe Biden li ser şêweyê xwevekişandinê tên kirin.