24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkerên Polonyayê êrîşî penaberan kirin

Çend roj in aloziya penaberên ku di navbera sînorê Polonya û Belarûsyayê de asê mane, di rojeva hemû cîhanê de ye. Îro leşkerên sînor ên Polonyayê êrîşî penaberên ku hewl didan sînor derbas bikin kirin. Piştî vê êrîşê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi rengekî tund Polanyayê rexe kir û wiha got: “Ev tevgerên leşkerên Polonyayê ne li gorî peymanên navneteweyî ye û tiştê ku li dijî penaberan kiriye nayê qebûlkirin. “

Ji aliyekî din ve Wezareta Parastinê ya Polonyayê jî daxuyaniyek der barê vê aloziyê de da û wiha got: “Penaberan bi keviran êrîşî leşkerên me yên sînor kirine û hewl dane ku têlên sînor birûxînin û sînor derbas bikin, leşkerên me jî bombeyên gazê bikar anîne da ku êrîşa penaberan a li dijî leşkerên me rawestînin.”

Her wiha Fransayê jî Belarûsyayê tewanbar kir û berdevkê hikûmetê Gabriel Etac ji rojnamegeran re wiha got: “Bi hezaran penaberên perîşan dibin ser sînorê Polonyayê, wêneyên xwe bi wan re dikişînin û dixwazin tirsê di nava ewropiyan de belav bikin”