19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkerên tirk û Rûsyayê dîsa dewriyeya hebeş pêk anîn

Di vê meha dawî de piştî ku rayedarên dewleta tirk gelek caran gefa êrîşekê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan xuyakirin, pê re dewriyê hevbeş ên artêşa tirk û Rûsyayê jî li wê herêmê hatibûn rawestandin.

Piştî rawestandina 3 hefteyan dîsa dewriyên hevbeş ên bi tevlêbûna artêşa tirk û leşkerên Rûsyayê li gundewarên Hesekê û Dirbêsiyê dest pê kirin. Îro serê sibehê dewriyeke hevbeş ku ji neh wesayitan pêk dihat û ji alî 2 helîkopterên Rûsyayê ve dihatin parastin li çend gundên Dirbêsiyê geriyan.

Di vê dema ku dewriyên hevbeş hatibûn rawestandin de tenê dewriyeke Rûsyayê roja 16 meha borî li gundên Dirbêsiyê geriyabû.