Rojnameya Heftane

Bi pirtûka xwe civakê rakir ser pêyan

“Dilê min ji ber xemgîniya hovîtî û neheqiyên ku gelê min ji koleyan re reva dibîne, parçe dibe. Hin şevan dema li gel te radizam dayikên kole ku zarokên wan ji destê wan tê girtin difikirim…

Bîlançoya zilma li ser kurdan

Li Tirkiyeyê êrîşên ku ji hêla dewlet û nijadperestan ve li kurdan tên kirin, didomin. Hefteya borî ev êrîş derketin asteke bilind ku dilê kurdan dag kirin û qet nayên qebûlkirin. Di êrîşan…

“LeYLaN” Mistdana Ruhê Civakê ye

Wext tê û mirov li kodên ruhê xwe yê cîvakî rast tê û êdî naxwaze wan kod û şîfreyan ji bîr bike… Di hemû qonaxan de dema mirov bala xwe didê jibîrbûn yan jî jibîrkirina kodên jiyana civakî, bi bindestîyê re dest pê dike û jibîrkirinê bi lez dike. Civakên bindest gelekî dilzîz û hesas in, rastîya wan anku jiyana wan pirî caran dibe sedema acizîya wan. Lewma jî hewcetîya ruhê civakê bi mistdanê heye. Gelek caran rêya vê yekê huner e, edebîyat e…

Mistdana ruhê civakê, bêyî ku civakê aciz bike, bêyî ku rê li ber dûrketina ji xwe vebike karekî gelekî hunerî ye. Ji ber vê yekê hunermend/nivîskar xwe didin bin barekî gelekî giran. Berhemên edebî dibin amûrek ku nivîskar pê ruhê civaka xwe mist bide.

Hostetî û şarezatîya nivîskar, di berhemê de parzûnkirineke bi hostetî û şarezayî ya rastîya civakî ye. Ew huner e, guhdarîkirina li dengê dil û dengê ruh e.

Romana Devliken Kelogirî ya bi navê  “LeYLaN” yek ji wan berheman e ku bêyî acizî û dûrxistina ji rastîya xwe, bi xwendineke ji dil xwîner didin pey dengekî gelekî henûn, didin ser şopa rûyekî gelekî nas. Bêyî hemdê xwe, wekî rolêgerîyayîyan li wî dengê henûn û rûyê nas digerin. Di vê lêgerîna xwîneran de, nivîskar bi wan dide hesîn ku tiştê lê digerin ruhê wan bi xwe ye.

Devliken Kelogirî li ser zemîneke ne reş û spî lê heta tu bibêjî gelekî rengîn romana xwe nivîsandiye. Loran, Alîce, Doktor Dîno, Çeçanê Kej, Hisênê Melesê, Kendal, Şerefxan, Xeto, Sîyabend, Tîrêj, Tahirê Lorî, Cornelîa, Sîtav, Esmîna, Evdalê Dewrêş her yek ji wan di romanê de rengekî jiyanê ye. Ji serhildêrî û hêvîyê bigire heta serserîtî û feylesofî, ji bêxwedîtîyê bigirî heta humanîzm û femînalîyê, ji ruhê bindestê dîn û bîrdozîyê bigirî heta paqijî û pakbûnê û heta ruhê tolazî û fahîşetîyê û afirînerîyê hemû leheng/tîp/karakter gelekî çalak in…

LeYLan, ji serî heta binî bi motîfên jiyana Kurdan a rastîn hatîye sêwirandin û têra xwe zindî be jî Devliken Kelogirî di gelek beşên romanê de, dike ku xwîner li ruhê xwe rast werin û muhakemeya jiyana xwe bikin. Ew jî kêlîkên herî pîroz in, bêdengî ye, qîrîneke hundirîn, herîkîna aveke xweş û serxweş e… Ew bêdengî kêlîka rasthatina li ruhê xwe ye.  “Deng jê nedihat, tenê ew û dilê xwe bûn û li ber senfoniya xuşîna avê li dengê dilê xwe guhdarî dikir”(rp 95). Loran ku di “LeYLaN”ê de gelekî çalak e car bi car di wan kêlîkên pîroz de, xwînerên dane ser şopa rastîya xwe jî li ber avekê, li binê darekê dide sekinandin û mit dike…

Devliken Kelogirî bi romana xwe “LeYLaN”ê, heger gotin di cih de be çep lê dixe rast vedigere. Her çiqas di gelek beşan/sahneyan de bi erotîzmeke dêrîn mijarê vedibêje jî zemîna sereke ya berhemê, lêgerîn û paqijkirina gemara bi sedsalan a li ruhê civakê ye. Erotîzmê wekî amûrekê tercîh kiriye û bi kar anîye. Belkî jî li gorî gelek nivîskaran ev rêbaz ji bo hazirkirina xwîneran rê û rêbazeke xurt be. “Di bin wê bêdengiya şevê de ji bo kêfa wan li wan nebe qebhet, heta ji wan dihat bi nalînên xwe re dixeyîdîn, lê çendî bi malînên xwe re dixeyîdîn jî di bin senfonîya xwezayî de ku beq û çirçirkan davêtin ber hev, nalînên wan jî mîna melodîyeke nerm di bin re bi dengê xwezayê re armonîyek xweş çêdikir.” (rp.14) Dema em vê sahneyê dibînin û dixwînin û piştî wê bi çend paragrafan jî “Pirê kesan navê Dewrêşê Evdî, Memê Alan, Rustemê Zal, Elîkê Betê, Hesenê Mala Mûsa, Bişarê Çeto, Cembelî û Binevşa Narîn, Sîyabend û Xecê di van civat û şevbihêrkan de bihîstin. Û her yek ji wan lehengên navdar û evînê ji bo wan dibûn xeyal û bi wan xeyalan radiketin û radibûn.” (rp 15) dixwînin êdî mirov têdigihîje ku nivîskar ne bi tesadufî lê bi hostetî vê yekê dike û xwînerên xwe gelekî bi konetî amadeyî puxteya beşên romanê dike.

Devliken Kelogirî bi vê romanê hem derê dêrîn ê li ser civakê quflekirî bi dengê xwe yê hundirîn vedike, hem jî rê li ber  şabûneke ruhî vedike.

 **LeYLaN, Devliken Kelogirî, Roman, 293 rp, Weşanên J&J, 2019