Monday, September 27, 2021

Li 113 welatên NY’yê pir zimanî li Tirkiyeyê yek zimanî heye

Medya Bal

Me vê heftê hevpeyvîna xwe bi Hevserokê Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî re kir. Ronî di hevpeyvînê de behsa xebat û polîtîkayên li dijî ziman û perwerdeya kurdî kir. Ronî da zanîn ku tevî hemû astengiyên li pêşiya ziman û perwerdeyê ew her di kar û xebatên xizmeta ziman de berdewam in. Ronî bal kişand ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê û got ku zarokên bi zimanê xwe perwerde dibin her dem ne tenê gavekê ew 3 gavan li pêş in. Fermo em bi hev re li pirs û bersivên di vê der barê de binêrin.

Ji roja ku Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin heya niha zimanê kurdî qet nekiriye zimanê perwerdeyê. Bi we sedema sereke ya vê kiryarê çi ye?

Gelê me û civaka me tev dizane, bi taybetî kesên serê xwe pê re diêşînin pir baş dizanin ku ev 98 sal in in Komara Tirkiyeyê ava bûye. Komar taybetî ji bo înkar û tunekirina gelê kurd hatiye avakirin. Çima? Ji ber ku li vî welatî alternatîfa jiyana azad û alternatîfa demokrasiyê gelê kurd e. Pergala Tirkiyeyê û hikûmetên ji destpêkê heta niha hatine ser kar, her tim ji ronahiyê ditirsin û her tim dixwazin tarîtî serwer be. Ji bo tu kes karê wan ê qirêj nebîne. Dewleta tirk û hikûmeta Tirkiyeyê dibêje ‘Dema zarokên kurd bi zimanê xwe perwerde bibin, di aliyê zanîn û zanistê de dê pêş bikevin. Wê gavê polîtikayên me yên înkar û asîmîlasyonê ku em li ser gelê kurd ferz dikin, dê baş bên dîtin û baş bên teşhîrkirin.’ Ji ber vê yekê hikûmet û dewlet naxwazin kurd bi zimanê xwe perwerde bibin. Mesele înkar û tunehesibandin e. Li ser hemû avahî, li ser hemû çiya û newalên vî welatî diruşmeyên nijadperest hatine nivîsîn. Gelê kurd ji destpêka dîrokê heta îro li ser vê axê dijî. Dibêjin ‘Ev welat welatê tirkan e. Em bi tu awayî destûr nadin bê parçekirin’. Lê yên vî welatî parçe dikin ew kes in ku li ser gelan yek zimaniyê, yek alatiyê, yek çandiyê û yek neteweyiyê ferz dikin. Ji tirsa ku bêrêzî û bêhurmetiya li dijî gelan hatiye kirin deşîfre nebe, perwerdeya zimanê dayikê naxwazin.

Di sala 1990’î de Neteweyên Yekbûyî ji bo zarok bi zimanê zikmakî perwerde bibin peymanekê amade kir û ev ji aliyê Tirkiyeyê ve jî hat îmzekirin. Lê Tirkiye bi fikar nêzikê madeyên 18, 29 û 30’î bû. Hûn vê nêzikatiyê çawa dinirxînin?

Gava di sala 1989’an de ev peyman hat sazkirin û ji aliyê endamên Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat qebûlkirin, hemû maf û azadiya zarokan, jiyan û derûniya zarokan bi her awayî li ber çavan hatiye girtin û ev xal hatine danîn. Endamên Neteweyên Yekbûyî jî li gorî vê yekê ev xal îmze kirine. Tirkiyeyê jî di sala 1995’an de ev peyman qebûl kiriye. Lê 3 xalên girîng ên ji bo hemû zarokên cîhanê jiyanî û jêneger in, ji bo van 3 xalan fikarên wan hene. Çima? Yek jiyana zarokan a bi civak û kevneşopiya xwe re, dudu çanda zarokan a bi dapîr û bapîrê xwe re û sisê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê. Ev her sê xal ji bo jiyana zarokan tiştên jêneger in. Ji ber vê yekê fikarên Tirkiyeyê li ser van xalan hene. Çima bi taybetî fikar li ser van xalan in? Di vir de bi rastî armanc û meqsedên xêrnexwazî, tunehesibandinê hene. Divê binê wê bê xêzkirin. Armanca astengiya perwerdeya zarokên kurd, tarîhiştina siberoja gelê kurd e.

Bi salan e ku gelê kurd bi zimanê xwe perwerde dixwaze. Heke ev pêk were dê di jiyan û siberoja kurdan de çi biguhere?

Li vî welatî bi milyonan zarokên kurd, bi dehan nifş ji vî mafê perwerdeya zimanê dayikê bêpar in. Her wiha zarokên kurd, heta 6-7 saliya xwe heta perwerdeya zimanê serdest a dewletê, di heqîqet û xwezaya xwe de dijîn. Bi zimanê dayika xwe dijîn. Ji zimanê dayika xwe sûdê digirin. Lê piştî perwerdeya dewletê dest pê dike, wekî masiyê tu ji avê derxî, ew zarok êdî ji dinyayekê dikeve dinyayeke din. Wê gavê zarok wekî şoqekê dijîn.
Em tim dibêjin zarokên bi zimanê dayika xwe dest bi perwerdeyê nekin û li wî welatî jî zimanê serdest li wan bê ferzkirin, ew pêş nakevin. Zarokên di mufredata dewletê ya fermî de bi zimanê tirkî perwerdeyê dibînin, zarokên ku zimanê perwerdeyê ne li gorî zimanê wan be, tim û tim sê gavan li paş dimînin. Heke ev astengî û polîtîkayên bişaftinê ji holê rabin, wê civaka kurd jî bibe civakeke ronak. Wê bibe civakeke pêşbîn.

Bi dehan saziyên ziman hatin girtin û îlegalîzekirin. Sedema girtina van sazî û komeleya çi ye û heke ev komele nehatana girtin dê karibûna ji bo perwerdeya zimanê zikmakî alternatîfekê ava bikirana?

Em li Amedê dijîn. Amed wekî bajarekî kurdan û kurdewar tê dîtin. Eger em peywirdar û karmendên dewletê jê derxin, şêniyên Amedê ji sedî 95 kurd in. Em binêrin di pergala perwerdeyê de zarokên kurd, gelê kurd, çiqas sûdê ji pergala perwerdeya zimanê zikmakî digirin. Mînak li vî bajarî, ji pêşdibistanê heta zanîngehê, ji 2 hezarî zêdetir dibistanên ku bi tirkî perwerdeyê didin hene.
Lê ev bajarê ku nifûsa wî ji sedî 95 kurd in, yek dibistan jî ji bo vî gelî û vê civaka kurd nehatiye avakirin. Lê gelê kurd bi derfetên xwe yên pir zor û zehmet ji bo zarokên wan bê perwerde nemînin û ji bo bi zimanê dayika xwe perwerde bibin, dibistan ava kirin. Lê ev dibistan jî ji aliyê dewletê ve hatin girtin û mohrkirin. Hemû alav û amûrên wan jî hatin desteserkirin. Ger ku li vî bajarî 2 hezar dibistanên tirkî hebin û yek dibistana kurdî tune be, ev rastiyê li ber çavan radixe. Ev sosret e. Divê hemû dinya vê rastiyê û vê binpêkirina mafê azadiyê bibîne. Em qala gelê kurd yê bi deh milyonan dikin.
98 sal in Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin. Komara tirk wekî zarokekî tim diziyê dike û êdî civak tu nirx û rûmetê nadinê. Êdî dinya bi vî çavî li Komara Tirkiyeyê dinêre. Em li gelek welatan dibînin, ewil zimanên civakan hatin înkarkirin. Piştre ev di zagonên xwe de rast kirin û êdî vê pirsgirêkê najîn. Di 194 welatên ku girêdayî NY’ê ne, li 113 welatan pirzimanî heye.

Wekî hûn jî dizanin serdema dibistanê di 6’ê îlonê de dest pê kir. Hûn wek saziya MED-DER’ê ji bo malbatên neçar dimînin û zarokên xwe didin ber perwerdeya zimanê tirkî çi pêşniyaz dikin?

Civaka kurd ji çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin. Welat di nava 4 dewletan de hatiye parçekirin. Tim û tim polîtikayên bişaftin, birçîhiştinê û înkarê li ser vî gelî tê ferzkirin. Lê ziman nebe nabe. Gava ziman jî tune bibe êdî civak jî tune dibe. Ji ber ku ziman stûna bingehîn a netewebûnê ye. Gava ziman nebe, mirov nikare qala netewebûnê jî bike. Em wekî civaka kurd û siyasetmedarên kurd divê ji bo siberojê ji niha û pê de, divê em ji polîtîkayên borî dersinan derxin. Divê em ji bo siberojê plansaziyekê bikin ku em karibin ji vê rewşê rizgar bibin. Divê siyasetmedarên kurd rûnên û serê xwe bi vê meseleyê re biêşînin û vê şermê ji ser xwe hilînin.

Komeleyên kurdî çima tên girtin?

Di 2004’an de piştî hezar hincetên astengiyan kursên kurdî hatin vekirin. Li Edene, Amed, Êlih û çend bajarên din kursên ziman vebûn. Dewletê hem kurs vekir, hem jî li hemberî welatên Ewropayê got ‘Va ye ez demokrasiyê tînim û reforman çêdikim’. Dewletê bi xwe ev kurs vekir, lê piştre bi xwe ev kurs asteng kirin.

Bi rastî piştî kurs hatin girtin, wekî alternatîfekê, Kurdî-Der hat vekirin, Enstîtuya Kurdî ya Ehmedê Xanî hat vekirin. Di 2006’an de Kurdî-Der hat vekirin û heta 2015’an herikînek çêbû. Gel jî êdî kursên ku ji aliyê Kurdî-Derê ve dihat dayîn wekî alternatîfa perwerdeyê didît. Dewletê jî êdî ev yek ferq kir û xwest pêşî lê bigire. Kurdî-Der ji bo xwe wekî xetere dît. Nabêje li vî bajarî 2 hezar dibistanên bi tirkî perwerde didin hene lê yek dibistana wan a bi zimanê kurdî perwerde bide tune ye. Kurdî-Derê bi hezaran mamoste gîhandin. Bi deh hezaran şagirt hatin li vir zimanê xwe fêr bûn. Li vir materyal hatin avakirin. Vê yekê bala dewletê kişand. Ji bo dibistanan pirtûk hatin çapkirin. Gel hêviya xwe ji dewletê birî û berê xwe da dibistanên sembolîk ên azad. Yek li Amedê Dibistana Ferzat Kemanger, yek li Cizîrê Dibistana Berîvan, yek jî li Geverê Dibistana Dayika Uyevş hatin avakirin. Kurdan dixwest zarokên xwe bişînin vir. Van dibistanan bi qasî 370 şagirtî girtin, lê fîzîka dibistanan têra şagirtan nekir. Lê dewletê ji vê yekê re jî tehamul nekir û derî mohr kirin. Lê kurdan mohr şikand. Piştî 10-15 sal berê dibistanên niha tên vekirin wekî ji nû ve bên vekirin. Ji xwe karê wan jî ew e ku bê hafiza bihêlin. Her tim dixwazin kurd ji sifirê ve dest bi kar bikin. Arşîv û hafize hat tunekirin. Ji ber vê yekê îro em ji nû ve dest bi karên 10 sal berê dikin.
Heta gelê kurd biryara xwe nede ev rewş dê bidome. Divê hin bedelan bide. Yan dê salek du salan zarokên xwe ji dibistanên tirkî paşve bikişîne heta ku dewlet mafê wan qebûl bike. Yan jî dê ev pergal bidome.

Mînak li Cezayirê gelê Amazîx heye. Di sala 1995’an de kampanya bi navê ‘Tûrikê Dibistanê’ dan destpêkirin. Salekê ji pêşdibistanê heta zanîngehê tu zarokên xwe neşandin dibistanê. Sala din hikûmeta Cezayîrê mecbûr ma di zagonan de cih bide perwerdeya zimanê zikmakî. Piştî ve yekê hemû zarok bi zimanê zikmakî perwerde dibin. Gelê kurd jî divê biryarên wiha radîkal bigire. Ev ji bo siberoja gelê kurd pêwîst e. Siyasetmedarên kurd divê di xala perwerdeya zimanê dayikê de israr bikin. Ez hêvî dikim em ê di demek nêzîk de bi vê hişmendiyê kar û xebatên xwe bikin.

Xebatên MED-DER’ê niha di çi astê de ne?

MED-DER wekî hemû saziyên kurdî ji bo hişmendî û hişyariya kurdî di nava civakê de pêş bixe hatiye avakirin. Kar û xebatên xwe bi piranî di aliyê hişyarî û hişmendiya ziman de dimeşîne. Komeleyek nikare ji bo pêdiviyê bi deh milyonan zarokên kurd re bibe bersiv. Nikare li gorî vê pêdiviyê perwerde bide. Ev rastiyek e. Lê MED-DER dikare polîtîkayên dewletê yên heta niha li dijî perwerdeya zimanê zikmakî hatiye pêşandan di qada neteweyî û navdewletî de teşhîr û îfşa bike. Niha ji bo bala gel bikişîne bi dehan polên me hene. Ji ber pandemiyê nêzî salek e me navber dabû xebatên xwe yên rû bi rû. Ji niha û şûnde em ê van polên xwe yên rû bi rû bidin domandin. Niha 7 polên kurmancî û 3 polên kirmanckî dê rû bi rû dest pê bikin.