19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li 5 bajar û navçeyan bi ser 100’an malan de girtin

Li Amêdê di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya ‘fînansekirina rêxistinê’ ku hat destpêkirin de li 5 bajar û navçeyan, bi ser gelek malan de hat girtin. Piraniya kesan li gundên girêdayî navçeyên Licê, Hezro û Karazê hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya ‘fînansekirina rêxistinê’de  derbarê 105 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Di çarçoveya biryarê de li Amed, Stenbol, Enqere, Edene û Aydinê polis û leşkeran bi ser sedan malan de girt.

Li Licê, Hezro û Karazê gelek kes hatin binçavkirin

Serdegirtinên malan zêdetir li navçeyên Licê, Hezro û Karazê yên Amedê hatin kirin. Eskeran di saetên serê sibê de bi ser gundên Helhel ê navçeya Hezroyê û gundê Nenyas ê navçeya Licê de girtin. Hat diyarkirin ku di serdegirtinan de tiştên malê hatine belavkirin û eskeran li welatiyan daye. Hat zanîn ku li her du gundan Hasil Tekîn, Cevdet Tekîn, Yahya Tekîn, Fesîh Tekîn, Onder Yildirim, Yûsûf Yildirim, Mûstafa Toprak, Metîn Çakir, Nevzet Demîrhan, Vedat Çakir, Sedat Çakir, Vedat Çakir, Metin Çakir û Şemsettîn Çakir hatine binçavkirin.

Nehat zanîn ku di serdegirtinên malan de çend kes hatine binçavkirin û hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin birin Fermandariya Cendermeyan a Amedê.