25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Adigeyê hebûna kurdan

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Kurdên li Komara Xweser a Adigeyê ya girêdayî Federasyona Rûsyayê dijîn bi zor û zehmetiyên pir mezin re rû bi rû dimînin. Ev kurdên beriya niha bi sed salî ji ber zilma dewleta tirk ji axa welatê xwe qut bûne û piştî penaberiya welatên cuda yên mîna Ermenistan, Kazakistan, Gurcistan, Kirgizistan, Ozbekistan û Azerbaycanê derbasî welatê Rûsyayê bûne niha, jî bi lîstikên dewleta tirk re rû bi rû dimînin.

Ji ber Komara Xweser a Adigeyê di çarçoveya pergala federasyonê de bi awayê zagonî ve serbixwe ye,  zexteke ango mudexeleyeke Moskowayê ya yekser li ser vê herêmê çênabe. Ev herêma wek navenda çerkezan jî tê bi navkirin ji derveyî çerkezan gelek neteweyên mîna kurd, ermen, kirgiz, ozbek, rûs, tatar, azerî, tirk û hwd. jî dijîn.

Ev herêm beriya her tiştî bi çandiniya xwe ve tê naskirin. Beriya niha bi çend rojan Serokdewletê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn di daxuyaniyek xwe de da diyarkirin ku berhemên ji Komara Adigeyê derdikevin heya demeke dirêj têra gelên Rûsyayê dikin. Ji ber gelê kurd jî gelekî kedkar û bi taybetî jî di warê çandinî û cotkariyê de xwedî berhem e li vê herêmê xwedî roleke diyarker e.

Bêguman aktîfbûna kurdan a li vê herêmê ne ji ber berhemedariya wan, ji ber birêxistinbûn wan e û bi saya vê yekitiya wan heye. Di serî de çerkez û bi taybetî jî tirk gelek kes ji vê yekitî û tifaqê nerehet in. Dewleta tirk li vê herêmê jî ji bo kurd nebin xwedî maf û yekitiya xwe saznekin di nav fêlbaziyên cur bi cur de ye.

Em ji bîr nekin ku di sala 2012an de bi daxwaza dewleta tirk kurdê bi navê Mecîd Gumuş radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ji ber Komara Adigeyê li gor zagonên xweseriyê tê birêvebirin, di gelek mijaran de Moskowa jî nikare mudaxeleyî vê herêmê bike. Lewma dewleta tirk ji bo li vê herêmê jî kurdan ji hev dûr bixîne yekitiya wan xira bike û bi her awayî pêşî li wan bigire di nav xebateke pir qirêj de ye.

Li Komara Adigeyê nêzî şeş hezar kurd dijîn. Kurdan bi avakirina saziyên civakî xwe birêxistin kirine. Di hemû mijarên civakî de ev, sazî xwedî roleke pir diyarker in. Li her gundî komîteyên rûspiyan hatine avakirin. Di nav civakê de nirxê endamên meclisa saziyê û komîteyên heyî pir e. Di gelek mijarên civakî de neteweyên cuda jî alîkariyê ji saziyên kurdan dixwazin. Yanî ger gotin di cîh de be kurdên li vê herêmê dijîn beyî kes bi wan re bibe alîkar ew xwe bi xwe pirsgirêkên xwe çareser dikin û xwe bi rê ve dibin.

Lê wek li her derê ji bo kurd nebin xwedî yekitî û nebin hêz dewleta tirk li vê herêmê jî dixwaze gelê kurd perçe bike û bê tifaq bihêle. Dixwaze vê yekê jî bi avakirina hin komîteyên dijberî kurd û bi hin neteweyên li herêmê bi hebûna kurdan acizin pêk bîne. Di vê çarçoveyê de ji bo saziyên kurdan bên girtin jî xebatek mezin ya lobiyê tê meşandin. Beriya niha bi çend mehan bi hinceta endamên meclisa saziya jinên kurd a Adigeyê der barê êrîşên dewleta tirk ên li ser kurdan daxuyaniya şermezarkirinê daye, sazî hat girtin. Bi heman hincetê dixwazin saziya civakî ya Agiriyê jî bigirin.

Demek dirêj e kurdên li Adigeyê dijîn dibin zehmetiyek mezin de debara xwe dikin û bi tu awayî ji yekitiya xwe tawîz nedane. Lê wek li tevahî cîhanê şewba koronayê li vê herêmê jî jiyan tengav kiriye û derdê heyî girantir kiriye.

Di van rojên teng de li Komara Adigeyê kurd ji bo bikaribin xwe ji vê vîrusê biparêzin gelek ked didin. Lê ji ber polîtîkaya nerast û bêtedbîriya endamên tenduristiyê li vê herêmê gelek kes nexweş ketine. Ji ber li herêmê bi awayekî zanistî sedema vê nexwşiyê kurd tên destnîşankirin, kurd ji vê rewşê gelek aciz in. Li ser vê ji bo li herêmê ev rewş bê çareserkirin daxwazî hene. Di encama lêpirsîna hatî kirin de derket holê ku mudurê tenduristiyê di nav de gelek endamên tenduristiyê bi awayekî zanebûn kurd kirine hedef. Her wiha ji ber çavê xwe li zordestiya li ser kurdan tê meşandin girtiye serokşaredarê herêma Krasnogvardeysk a Komara Adigeyê Albert Osmanov ji erkê hat girtin.

Li herêmê dibe ku di nav civakê de nerehetiyên cuda hebin û ev yek di xwezaya hemû civakan de heye. Civak li gor xwezaya xwe bi pirsgirêkên xwe re mijûl dibe û li gor zagonên xwe ji pirsgirêkên heyî re çareseriyê dibîne. Lê ger ev pirsgirêk bi awayekî zanebûn ji bo di nav civakê nerehetî bê avakirin û beşeke civakê bi zanebûn tune bê hesibandin derkevin holê, wê demê mafê civakê yê sereke ew e ku xwe li himberî vê biparêze.

Niha li Komara Adigeyê bi mudaxeleyên hatine kirin ve kêm be jî av zelal dibe. Lê hîn gelek tiştên ji bo avê şêlû bikin li herêmê hene. Pêwîst e kurdên li herêma Adigeyê dijîn li beramberî vê yekê hişyar bin. Di nav ava şêlû de tiştên ji bo tenduristiya mirovan baş jî hene.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê