25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Afganistanê bertekên malbatan zêde dibin

Li Afganistanê tê zanîn ku zext û zordariyên Talîbanê yên li ser jinan berdewam dikin. Ji aliyê din ve jî kiryarên hikûmeta Afaganistanê ji yên Talîban ne dûr in.

Hefteya borî li bajarê Kabîlê ji aliyê mûdûriyeta Perwerdeyê ya Kabîlê ve biryarek hat girtin ku di li gorî biryarê keçên ku temenê wan ser 12 salî be ji bilî şahiyên ku jin tev li bibin dê nikaribin stranan bibêjin.

Di biryara ku bi alîkariya nameyê ji hemû dibistanan re hatî belavkirin de ne tenê qedexekirina ji bo strangotina keçên 12 salî, di heman demê de dê ev keçên 12 salî nikaribin ji mamosteyên mêr dersên perwerdeya muzîkê jî bigirin.

Li ser vê yekê jî malbatên ku keçên wan li van dibistanan e bertek nişanî vê biryara hikûmetê dan û diyar kirin ku ferqa hikûmetê û Talîbanê ji hevudu tune ye û hikûmet rolên zayendîperestiya civakê her diçe kûrtir dike.

Malbatên zarokan, bi taybetî jî jinan bi etîketa #IAmMySong bertek nîşanî biryarê dan û li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ji bo piştgirî bidin keçên xwe bi wan re stran gotin û parve kirin.

Piştî bertekên jinan wezareta Afganistanê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û da zanîn ku ev biryar şaş hatiye fêmkirin û wiha got: “Em ê di demeke kurt de vê biryarê careke din binirxînin.”

Têkildarî vê biryara hikûmeta Afganistanê damezrînerê Enstîtûya Muzîkê ya Netewî Ahmad Sarmast axivî û dest nîşan kir ku ev biryarname ne tenê ji bo pêşîlêgirtina mafên keçên ku dixwazin mûzikê hîn bibin, îhlalkirina parastina mafên zarokan û îhlalkirina mafên qanûnî yên navnetewî ye jî.”

Hevserokê Dîrektor ê Rêxistina Çavdêrî ya Mafên Mirovan Heather Barr der barê mijarê de ev tişt anî ziman: “Hikûmeta Afganistanê her diçe polîtikayên dijberî jinan zêdetir dike.”