25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Afganistanê di êrîşa dijî dibistanekê de 50 kes mirin

Li paytexta Afganistanê Kabûlê li dibistanake ku zarokên keç lê dixwend, êrîşeke bombeyî pêk hat û di encama êrîşê de herî kêm 50 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Berdevkê Wezareta Karên Hundir a Afganistanê Seyîd El Şûhada ragihand ku roja Şemiyê li taxa ku piraniya şêniyên wê Hazarayên Şîa ne, li dibistanekê bi wesayita bombebarkirî êrîşek hatiye kirin. El Şûhada diyar kir ku piştî teqîna destpêkê, xwendekar bi panîkê reviyan û di vê kêliyê de du bombeyên din hatin teqandin. Li gorî berdevk herî kêm 50 kes mirine û derdora 100 kes jî birîndar bûne. Hate ragihandin ku piraniya qurbaniyên êrîşê xwendekar bûn.

Heta niha kesî berpirsyariya êrîşê li xwe negirtiye. Lê belê serokkomar Eşref Ganî êrîş xiste stuyê Talîbanê. Talîbanê jî sûcdarî red kir û diyar kir ku ti eleqeya wan bi êrîşê re nîne.

 KABÛL 