24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Afganistanê ji xizanî zarokên xwe difiroşin

Li rojavayê Afganistanê ji ber xizaniya zêde ya di encama krîza aborî û bêkariyê de gelek ji bo ku bikaribin geza nanê xwe peyda bikin neçar dimînin ku zarokên xwe bifiroşin. Di destpêka krîza aborî de gelek malbatan ji bo debara xwe bikin, wesayitên xwe, kel û pelên malên xwe firotin. Lê bi zêdebûna krîzê re vê yekê jî êdî têr nekir û gelek malbatan dest bi firotina zarokên xwe kirin.

Li gorî nûçeya malpera El Erebiye li gundekî rojavayê Afganistanê bavekî du zarokên xwe yên keç Ferîşa ya 6 salî û xuşka wê Şikriya ya ku temenê wê sal û nîvek bû firotin da ku malbata wî ji birçîna nemire. Li gorî nûçeyê keça 6 salî bi 3350 dolarî û ya biçûk jî bi 2800 dolarî firotiye.

Çîroka malbateke din jî wiha ye: Malbata Sabira ya 25 salî xwarinên xwe bi deyn ji dikanekê dianîn û piştî ku deynê wan zêde bû, xwediyê dikanê gef li wan xwariye ku wan teslîmî polîsan bike. Li ser vê yekê malbata Sabira neçar maye ku di ber deynan de keça xwe ya 3 salî bifiroşin xwediyê dikanê. Wan keça xwe Zakira ya 3 salî dan xwediyê dikanê da ku piştî mezin bibe bi kurê xwe Zebîhulah re bizewicîne.

Dibe ku ev çîrokên wiha ji me re hîna jî xerîb werin lê ew ji bo bi hezarên malbatên afganî ên ji ber hişkesaliyê û krîza aborî cih û warê xwe berdane êdî çîrokên normal û ji rêzê ne. Ji malbatên ku niha di kampên penaberiyê de dijîn 15 malbat mukur hatin ku wan zarokên xwe bi vî rengî firotine da ku bikarin xwe xwedî bikin û ji birçîna nemirin.