24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Afganistanê jin tên sînordarkirin

Li Afganistanê ji salên 1992’an ve çawa ku Talîban bû desthilatdar mafê jinên li qadên wek aborî, çandî û li qadên civakî hat tunekirin. Di navbera salên 1996-2001’î de dema ku Talîban bû îktîdar êdî hebûna jinan jî wek ‘guneh’ hat hesibandin.

Dewletê di qanûnên xwe de taciz, tecawizê parast û wek mafê mêran pênase dikir. Jinan bêyî mêrekî nikarîbûn derkevin kuçeyan, nikarîbûn li gel doxtorên mêr mueyîne bibin û emeliyat bibin û hwd. Her çiqas ku desthilatdarî li Afganistanê guherîn jî qanûnên Talîban û hişmendiya wê tim di vî welatî de berdewam kirin.

Li gel zextên Talîbanê jî qanûnên dewletê di parastina jinan de li paş e û heta bi hin qanûnên xwe yên li dijî jinan piştgiriya Talîbanê jî dike. Yek ji qada ku herî zêde jin rastî zextan tên qada rojnamegeriyê ye. Li gor agahiyên hatî parvekirin de di nava 6 salan de li Afganistanê xebatkarên saziyên fermî û sektorên taybet jî di nav de 900 jinên rojnameger dest ji kar berdan. Tenê di meha adarê de 3 jinên rojnameger hatin qetilkirin.

Bi giştî roj tuneye ku li Afganistanê êriş li ser jinan pêk neyê. Di 4’ê nîsanê jî li hemberî 3 hemşîreyên zarok aşî dikirin êrîş pêk hat û di encama êrîşê de her sê hemşîreyan jî jiyana xwe ji dest dan.

Yanê li Afganistanê hişmendiya baviksalar û komên ku xwe oldar dihesîbinin ên wek Talîbanê, bi navê oldariyê nahêlin ku jin di tu qadên jiyanê de cih bigirin.