24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Afgansitanê rewşa jinên rojnameger

Di sala 2018’an de Wezareta Çand û Ragihandinê ya Afganistanê ragihandbû ku 203 kanalên televizyonê, 366 kenalên radyo, 72 rojnameyên rojane, 354 rojnameya heftane, 344 kovar û 73 ajansên nûçeyan hene ku hemû li gel wezaretê hatin qeydkirin da ku destûrê werbigirin.

Piştî ku Talîbanê desthilatdariya Afganistanê desteser kir tenê ne di qada rojnamegeriyê de di gelek qadan de tundî pêkanî. Bi taybetî jî çewisandin û tundiya herî zêde jî li ser jinên rojnameger ên afgan pêk anî. Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mûcahid ku xwest wêneya tevgerê xweşik bide xuyakirin, ragihand ku divê jin li malê bimîninin. Lê gelek jinên rojnameger ên ku ev biryar guhdar nekirin û li ber xwe didin jî hene. Yek ji van jinan jî jina bi navê R’ye ku hê jî li Afganistanê ye û rojnamegeriya xwe di nav şert û mercên zahmet de didomîne.

R wekî rojnamevaneke lêkolîner ku binpêkirinên mafên mirovan dişopîne bi xwe bû qurban. R yek ji wan jinên ku ji bo protestokirina “fetweya”nemirovî derketibû kolanan.

R wiha got: “Di 7’ê îlona 2021’an de ez yek ji wan jinan bûm ku beşdarî xwepêşandana li ber navenda sêyemîn ya polîsê li bajarê Kabulê bûm. Di heman demê de min xwepêşandan dişopandin. Çekdarekî Talîban ji pişt ve êrişî min kir û kameraya min girt û hewl da wê bişkîne.”

R diyar dike ku piştî ji ser hişê xwe diçe û dikeve erdê, kesek tê û alîkariya wê dike. Dema tê ser xwe ve dibîne ku çekdar êrişî wê kiriye, çend metre dûrî wê sekiniye. Berê xwe dide ba wî û kameraya xwe jê dixwaze vegerîne. R  tîne ziman ku çekdar bersiva wê dide û jê re dibêje “Fahîşeya ku hewl dide dewleta Îslamî bin pê bike” û wê neçar dike ku li ser kursiyek otombîlê rûne û ji herêmê derkeve da ku xwepêşandêran belav bike.

Rojnamegera lêkolîner bi hin desteyên rojnamegeran re têkilî datîne da ku Talîban neçar bike ku kameraya wê vegerîne, lê daxwaza wê bê bersiv dimîne.

Rojnameger R di jiyana xwe de tişta herî bi nirx wenda kir, ew behsa kameraya xwe dike û rûndik ji çavên wê dibarin, wekî ku zarokek an lawirek wenda kiribe û got: “Hewl dan ku nasnameya min bidizin.”

Ev ne cara yekê ye ku R rastî destdirêjî û gefan tê. Ew behsa heqaretên ku li wê û hevalên wê yên jin hatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Ez weke rojnamevaneke lêkolîner ku hovîtiyên li dijî jinan dişopînim, rastî gefên rasterast ji generalên şer, parlamenter, senator û berpirsên payebilind ên rejîma berê hatim. Di navbera her du sîsteman de tu cudahî nîne, her du jî li ser zihniyeta baviksalarî ava bûne ku jinan weke amûrekî dibînin û di nav dîwaran de heps dikin.”

Rojnamevana lêkolîner rastî lêdan û heqaretan hat, lê hêviya xwe wenda nekir û tevlî karwanê rojnamegerên ku derketin derveyî welat nebû. R, soz dide ku wê têkoşîna xwe ya li dijî sîstema olî û têkoşîna li dijî civak, malbata baviksalarî bidomîne. Niha ew têkoşîna jinan a li dijî Talîban û rewşa nebaş a jinên Efganistanê yên di bin desthilatdariya Talîban de hîn jî dişopîne.

Çavkanî: Ajansa ANHA’yê