Monday, September 27, 2021

Li Afrîkayê çi dibe?

Hêj agirê bûyerên ku bi navê bihara ereban li Rojhilata Navîn venemiriye. Êdî wiha xuyaye ku dor hatiye ser Afrîkayê. Di Rojhilata Navîn de bi rêya xwepêşandanên li dijî deshilatan hate destpêkirin û bi destwerdana hêzên derve berdewam kir. Lê li Afrîkayê ew guhertinên ku pêk tên, tev bi rêya darbeyên leşkerî pêk tên.

Piştî Malî û Çadê niha jî li Gîneyê darbeya leşkerî pêk hat. Darbeyê bi dîlgirtina serokê Gîneyê Alpha Conde dest pê kir. Di televizyona dewletê de darbe hate ragihandin û pê re rewşa awarte li welat ji alî darbekaran ve hate îlankirin.

Lê îro dîmenekî balkêş li Gîneyê derkete holê ku bi hezaran gelê wî welatî bi leşkerên darbekar re daketin kolanan û bi leşkeran re di atmosfera pîrozbahiyan de li kolanan meşiyan.

Ev meseleya darbeyên leşkerî li Afrîkayê bûye wekî rêbaz û modelekê ji bo guhertina desthilatdariyan. Beriya niha di vê sala dawî de li Malî û Çadê jî darbeyên leşkerî çêbûn û wekî ku guhertineke normal û rewa be derbas bû. Niha li Malî û Çadê berpirsên leşkerî û hêzên taybet wan welatan bi rê ve dibin Gîne jî li wan zêde bû.

Sazî û dezgehên navnetewî jî tenê bi daxuyaniyên şermok û şermezarkirinê nêzî van desteserkirinan bûn. Heta hin welatên Ewropayê ku qaşo hêlîna demokrasiyê ne, bi lez û bez têkiliyên xwe yên dostane bi darbekaran re çêkirin.

Eger wiha be madem ku darbeyên leşkerî tiştekî rewa û normale wê gavê çi feydeya dîplomasiya Navnetewî heye? Çi feydeya saziyên mafê mirovan heye, çi wateya hilbijartin û demokrasiyê heye?