Duşem, Çile 25, 2022

Li Almanyayê hikumeta kesk û sor û zer

Wek ku min di nivîsa borî de jî nivîsandibû di encama hilbijartinên îsal yê Almanya de partiya Sosyal Demokrat SPD bi ser ket û zêdetirî sê mehan dest bi xebatên koalîsyonê kirîbû.

Partiya SPD’ê ku bi rengê sor tê nasîn bi partiya Keskan û bi partiya Lîberalan re ji bo koalîsyonê ev demek dirêj xebat dimeşandin.

Encama van xebat û nîqaşan bi erênî bi dawî bû û her sê partiyên siyasî jî li hev kirin û dê koalîsyona “Kesk û Sor û Zer” ku wek “Koalîsyona Lambeya Trafîqê” tê nasîn, bê saz kirin.

Beriya ku em derbasî mijara bê ka ev hikumeta nû dê têkîlî û nêzîktiyek çawa li hemberî Tirkiyeyê nîşan bide, ango dê çawa nêzîkî pirsgrêka kurd û kurdên Elmanya bibin, dixwazim çend mînak ango xalên sereke ji peymana koalîsyona nû bidim:

*Mafê Hilbijartinê: Koalîsyona “Kesk û Sor û Zer” dixwaze temenê dengdayînê daxîne 16 salî. Her wiha dixwaze mafê dengdayînê bi gelemperiya Ewrupa daxîne 16 salan.

*Heqdest/meaş: Dixwaze heqdestê karkeran bilind bike û seeta wan bike 12 Euro yî ku bi taybet dê ji bo karker û kedkaran re bibe serdemek nû.

*Parastina Xwezayê: Ji bo parastina xwezayê dê him gelek proje pêşde bixin û him jî astengî li hember şîrket û fîrmayên mezin dînin – ji bo xwezayê zêdetir biparêzin.

*Beşên civakî: Dê heq û pereyên bêkariyê zêdetir bike û ew cezayên ku li gelek kesan hatibû birîn êdî rakin. De heqê mehaneya kedkar û karkerên di beşa “Lênerîna Kal û Pîran” de dixebitin zêdetir bikin. Ji bo parastina zarokan ji xizaniyê dê sîstema civakî hîn zêdetir pêşde bixin û dê temenê teqawîtbûnê jî bilind nakin. Li aliyê din dixwaze avakirina malên civakî û kêm heq pêş de bixin.

*Parastin/Leşkerî: Ji aliyê din jî dixwaze balafirên bê mirov bikirin û bûdçeya parastinê zêde bikin û rê ji bo pêşdexistina çekên atomî vekin.

*Mafê Heqgirtinê: Di dawî de hêjayî gotinê ye ku dixwazin kesên ku werin Almanyayê “Mafê Heqgirtinê” ji bo biyaniyan baştir û sist bike. Ev tê wê wateyê ku dê zû biryar bidin û êdî dîsa kesên biyanî qebul bikin û mafê rûniştinê bidin wan.

Gelo ev Koalîsyona Kesk û Sor û Zer di derheqê Tirkiyeyê de çi difikire û dibêje? Li gorî lihevkirina wan naxwazin axaftinê ji bo ketina Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewrupa bikin. Ji  ber 2 sedemên girîng.

Sedema yekemîn; Bûyerên ku li Tirkiyeyê diqewimin û zextên li ser dozgeriyê, li ser demokrasiyê û girêdayî vê jî hemû peşketinên neyînî.

2) Sedema dûyem jî kiryar û bûyerên derveyî welat, ku tiliya Tirkiyeyê têde henin, wek li Sûriyeyê, li Bahra Spî, li Lîbyayê hwd.

Tê gotin ku dê partiya SPD ê 7 wezaretan, partiya Keskan 5 wezaretan û partiya Lîberalan jî 4 wezaretan bistîne.

Navê ku heya niha diyarin ev in:  Ji partiya Sosyal Demokrat dê Olaf Scholz bibe serokê Elmanyaya nû. Ji partiya Keskan dê Robert Habeck bibe Alîkarê Serok û wezîrê Aborî û Parastina Xwezayê û Annalena Baerbok jî dê bibe yekem wezîra jin a Karên Derve. Ji partiya Lîberalan jî Christian Lindner dê bibe wezîrê Malî/Fînansan.

Ez dixwazim balê bikşînim ser gotinên rêzdar Annelena Baerbock ên der heqê kurdan de. Li ser pirsa bê di derheqê kurdan û Rojava de çi difikire rêzdar Baerbock ev tişt anîbû ziman. Çend gotinên wê wiha ne: “Em li gel kesên ku li Tirkiyê ji bo aştiyê û demokrasiyê kedê didin û li ber xwe didin cîh digrin. Binpêkirina mafên mirovan û girtinên siyasî bi tundî şermezar dikim û lazim e tavilê hemû girtiyên siyasî werin berdan. Di pirsgrêka kurd de lazim e Tirkiyê dîsa vegere aştiyê û dîalogê ji nûve destpê bike. Herwiha ez kiryarên Tirkiyeyê li derveyî welat bi taybet li Sûriyê red dikim û dixwazim dawî li dagirkeriyê bîne.”

Ev gotin jî bê guman mirovan bi hêvî dike. Lê ez dixwazim gotina wezîrekî kevn yê Partiya Keskan Joschka Fischer bînim bîra xwe/we ku got: “Ez ne wezîrê partiya Keskan im, ez wezîrê Almanyayê me. Ev jî tê wê watê ku polîtîkaya derve ya Elmanya zahmete were guhertin.

Lê dîsa jî bi hêvî me ku ev Hikumeta nû ya “Kesk û Sor û Zer” bandorê li ser çareserkirina pirsgrêka kurd bike.