20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Almanyayê Partiya Demokrata Sosyal bi ser ket

Îro encamên fermî yên hilbijartinên Almanyayê hatin ragihandin, li gorî encaman partiya Demokrata Sosyal ji sedî 25.7 ji dengan bidest xistin û partiya Merkel a Muhafezekaran jî ji sedî 24.1 ji dengan bidest xist û bû partiya duyemîn.

Di rêza sêyemîn de partiya Keskan ji sedî 14.8 ji dengan bidest xist û li pey wan jî partiya Demokrata Azad jî ji sedî 11.5 ji dengan bidest xist.

Wekî tê zanîn di nav hevgirtina bi serkêşiya partiya Angela Merkel ango Partiya Demokrata Sosyal bi tevlêbûna Partiya Demokrata Xiristiyan û Yekitiya Civakî ya Xiristiyanan de koalisyonek hebû.

Lewre jî li gorî texmînan dê Partiya Demokrata Sosyal bi partiya Keskan û ya Demokrata Azad de koalisyonekê çêbike, ji bo wê yekê jî dibe ku avakirina koalisyoneke wiha 2-3 mehan dirêj bike.

Ji aliyekî din ve berendamê partiya muhafezekaran Armin Laschet yê 60 salî piştî ev encam derketin holê wiha got: “Hilbijartinên di pêşbirkeke xurt de derbas bû, hê jî muhafezekar ne amade ne ku dest ji desthilatiyê berdin.”

Wekî tê zanîn Angela Merkel ji 2005’an de li ser desthilatdarê ye û dabû xuyakirin ku niyeta wê heye ku piştî hilbijartinan istîfa bike.