spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê kesek hat binçavkirin

Li navçeya Amed Bismilê polîsan avêt ser mala endama HDP’ê Zozan Dogrû. Polîsan dema ku Zozan Dogrû li malê nedît bavê wê Nasir Dogrû binçav kir.

Polîsan piştî binçavkirina Nasir Dogrû, avêt ser mala xwişka Zozan Dogrû Semra Çelik a li semta Gazîlera Amedê dimîne. Polîsan deriyê mala Çelîk şikand û mal tevlihev kir.

Li gorî agahiyên ku Semra Çelîk da, polîsan xwestiye Zozan Dogrû bi sedema parvekirinên wê yên medyaya civakî binçav bikin, lê ji ber ku xwişka wê ne li malê bûye, mal tevlihev kirine û bavê wê ‘rehîn’ girtine.

Çelîk ragihand ku polîsan bavê wê Nasir Dogrû biriye Mîdûriyeta Emniyetê ya Bismilê. AMED