19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê xebatên ji bo mîtînga ziman didomin

Komîsyona 15’ê Gulanê ku ji aliyê Tora Çand û Zimanê Kurdî ve hatibû avakirin, di çarçoveya kampanya ku ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê hatibû destpêkirin de dê di 3’yê hezîranê li Cizîrê, di 4’ê hezîranê de li Wanê û di 7’ê hezîranê de jî li Amedê mitîngên ziman li dar bixe.
Komîteya Amadekar a Mitînga Amedê, ji bo di 7’ê hezîranê saet di 16.00’an de li Qada Îstasyonê mitîngê li dar bixe, serî li Walîtiya Amedê da. Dê mîtîng bi dirûşmeyên “Bila zimanê kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” û “Bila sedsala 21’emîn bibe sedsala zimanê kurdî” bê lidarxistin. Dê di mîtîngê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, aktivîsta TJA’yê Safiye Akdag, hevseroka Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Şîlan Elmas Kan û berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrê biaxivin û dê Koma Dengê Jinên Azad, Mehmet Atli û Koma Dicle-Firatê jî bistrên.
Platform û rêxistinên civaka sivîl ên pêkhateyên Tora Ziman û Çanda Kurdî, ji bo mîtîngê dest bi xebatan kirin. Li navenda bajêr, li navçe û gundan belavokan belav dikin. Her wiha dê pêkhateyên platformê serdana rêxistinên civaka sivîl jî bikin.
Serokê Komîteya Amadekar a Mîtîngê û endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Hazim Bozkûrt anî ziman ku ji bo mîtînga 7’ê hezîranê, di 31’ê gulanê de serî li Walîtiya Amedê dane. Bozkûrt destnîşan kir ku dixwazin xwe bigihînin tevahiya kurdan û kampanyayê îmze belav bikin û got: “Ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, em piştî mîtîngan jî kampanyaya xwe bidomînin. Em ê panel û konferansan li dar bixin. Em ê îmzeyên hatine komirin, serî li meclisê bidin. Ji lew re ziman heq e û ev heq di peymanên navneteweyî de heye. Em doza mafê xwe yê ziman dikin. Zimanê kurdî bi talûkeyekê re rû bi rû ye û em dixwazin vê talûkeyê ji holê rakirin.”
Bozkûrt bang li hemû kesî kir ku tevli mîtîngê bibin.