19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Bakirkoyê bang kirin: Girtiyên nexweş berdin

Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER) ji bo balê bikişîne ser mirinên li girtîgehan bi dirûşma “Ji girtiyên polîtîk re azadî” li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Malbatên girtiyan, Dayikên Aştiyê, Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek, Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankarta “Ji girtiyên nexweş re azadî, bila girtîgeh nebin malên cenazeyan” vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Ji girtiyên nexweş re azadî” berz kirin.

Hevseroka HDP’a Setnbolê Îlknûr Bîrol da zanîn ku niha li komkujî pêk tên û divê girtiyên nexweş demildest werin berdan.

Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum jî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û xwest rayedar û Saziyên Tiba Edlî demildest dev ji helwesta xwe ya faşîzane ya li ser girtiyan berdin û heta girtiyên nexweş werin berdan wê têbikoşin.

Hevseroka MATUHAY-DER’ê Esîn Çelîk jî destnîşan kir ku ji ber li girtîgehan tecrîd, zext, îşkence, lêgerîna tazî, muayeneya bi kelemçe heye girtî jiyana xwe ji dest didin û got: “Mafê jiyanê û tenduristiyê ji bo girtiyan nayê nasîn.”

Çelîk anî ziman ku di hefteyekê de 4 girtiyan jiyana xwe ji dest daye û li girtîgehan sepanên kêfî hene. Çelîk da zanîn ku Garîbe Gezer, Abdulrezak Şuyur, Halîl Guneş û Salîh Tugrul di encama sepandina pergala cezayê înfazê de jiyana xwe ji dest dane û li girtîgehan ji ber tecrîdek û îşkenceyek sîstematîk pêk tê her sal bi dehan ji ber nayên dermankirin û berdan jiyana xwe ji dest didin.

Çelîk bang li îqtidarê kir û wiha got: “Em li vir gazî îqtidarê dikin ku dawî li îşkence û muameleya xerab bîne. Bila yasayên kêfî rake. Divê destûr were dayîn ku girtiyên nexweş di astek paş û pispor de werin dermankirin. Ji bo girtiyên nexweş hin bêtir nemirin em bang li rayedaran dikin ku tavilê bikevin nava hewldanan û em carek din dibêjin ku em ê heta dawiyê rewşa girtiyan bişopînin”.