25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li bakurê Kurdistanê Kovîd-19 bêtir belav dibe

Ray, li vîrûsa koronayê ya di dawiya sala 2019’an de li bajarê Wûhan ê Çînê peyda bû û destpêka sala 2020’an li seranserê cîhanê belav bû, nayê. Li gel ku dihat gotin dê di mehên havînê de kêm bibe û bandora wê bişikê jî vîrûsa koronayê her diçe belav dibe. Heta niha li tu dera cîhanê derman jê re nehatiye dîtin û pêşî lê nehatiye girtin.

Li gorî daneyên dawîn li tevahiya cîhanê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê ji 19 milyonan derbas bûye. Hejmara kesên ji ber wê mirine jî bi seriya 700 hezarî ketiye. Welatê ku herî zêde mirov bi vîrûsê ketine Amerîka ye. Li welat ji 4 milyonan zêdetir mirov bi vîrûsê ketine. Li dû Amerîkayê Brezîlya tê û li vî welatî jî zêdetirî 2 milyon mirov bi vîrûsa koronayê ketine.

Qaşo serkeftî ne!

Li gel vê rewşa kambax jî li piraniya welatan bernameyên bergiriyê yên Kovîd-19’ê ji ber gumanên aborî hatine sistkirin. Lê di hêla mirovî de ev sistkirin gelek encamên giran bi xwe re anîn. Ev bû sedem ku bi hezaran mirov bi vîrûsê bikevin û bimirin. Ji dema ku bergirî hatine sistkirin ve ji beriya sistkirinê zêdetir mirov bi vîrûsê ketine û pê dimirin.

Tirkiye jî yek ji van welatan e ku bergiriyên li dijî vîrûsê ji meha hezîranê ve sist kiriye. Desthilata AKP’ê her roj bi vê sistkirinê propagandaya xwe dike û dibeje ku pêvajoya Kovîd-19’ê bi serkeftî bi rê ve dibin. Li gorî vê propagandayê jî daneyên fermî yên ji rastiyê dûr radigihîne. Tevî ku rojane bi dehan kes dimirin jî herî zêde mirina 15-20 kesan tê ragihandin.

Li nexweşxaneyan cih nema

Ev berevajîkirina rewşa koronayê ya li Tirkiyeyê, li dijî desthilata AKP’ê bû sedema bertekan. Di serî de partiyên muxalefetê gelek rêxistinên sivîl vê der barê de rexne li AKP’ê kirin. Partî û rêxistinan daneyên rêxistinên tenduristiyê yên bajaran parvekirin û ragihandin ku li gelek nexweşxaneyan cih nemaye ku pêketiyên vîrûsa koronayê bên tedawîkirin.

Li bakurê Kurdistanê ji ber xemsariya dewletê ya li hemberî kurdan rewş hê girantir e. Li tevahiya bajarên bakurê Kurdistanê bergiriyên vîrûsa koronayê hatine rakirin û ji bo pêşîgirtina vîrûsê ji hêla dewletê ve tiştek nayê kirin. Di encama vê yekê de li bakurê Kurdistanê her roj bi sedan kes bi Kovîd-19’ê dikevin û bi dehan kes jî dimirin.

Daneyên fermî ji rastiyê dûr in

Di demên dawîn de li Bakur ji ber ku nexweşxane tije ne, kesên testên wan pozîtîf dertên qebûl nakin û beyî ku bergiriyên wan bigirin ew dişînin malê. Odeyên bijîşkan ên bakurê Kurdistanê der barê vê mijarê de daxuyanî dan. Odeyan ragihand ku rewş gelek xedar e û ji desthilata AKP’ê xwestin ku bergiriyên pêwîst ji bo bakurê Kurdistanê bigire.

Dîsa parlamenterên HDP’ê jî der barê vê rewşê de daxuyanî dan û destnîşan kirin ku daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê ji rastiyan dûr in û rojên ku bi dehan kes dimirin wezaret tenê mirina 20 kesî radigihîne. Hin parlamenteran jî mijar bi pêşniyazpirsan bir rojeva meclisê û daxwaz ji rayedarên desthilata AKP’ê kirin ku bergiriyan bigirin.

Rejîmê vîrûs li Rojava belav dike

Rêveberiya Xweser destpêka pêvajoya vîrûsa koronayê bergiriyên baş girtin û bi qedexeyên derketina derve yên demên dirêj, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşî li belavbûna vîrûsa koronayê girt. Lê di rojên dawîn de ji ber ku Rejîma Baasê ji Şamê kesên bi vîrûsa koronayê ketibûn, bi balafiran derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, vîrûs li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî peyda bû. Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li seranserê herêmê nêzî 100 kes bi vîrûsa koronayê ketine.