24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Başûr bêkarî zêde bû

Li başûrê Kurdistanê piştî belavbûna vîrusa koronayê rêjeya bêkariyê ji sedî 20’î gihîşt ji sedî 44’an. Nêzî 200 hezar karker jî ji kar hatine derxistin.

Rêxistina Aştî û Azadî yek ji rêxistinên civaka sivîl e. Rêxistin li ser asta bêkariyê raporek amade kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku ji 14’ê adara 2020’an heya 1’ê hezîrana 2020’an, li seranserê herêmê rêjeya bêkariyê zêde bûye.

Rêveberê rêxistinê Ebdulsemîh Mihemed bal kişand ser raporê û diyar kir ku beriya koronayê rêjeya bêkariyê ji sedî 20 bû lê piştî belavbûna koronayê ev rêje ji sedî 22 zêde bû. Mihemed, da zanîn ku ji sedî 73 welatî niha pirsgirêka aboriyê dijîn.

Ebdulsemîh Mihemed, destnîşan kir ku niha tenê li Hewlêrê 45 hezar ajokar bêkar mane û wiha got: “Di dema qedexeya derketinê de, gelek kargeh karên xwe rawestandin. Ji ber vê yekê jî nêzî 200 hezar karker, bê kar man. Tenê li kargehên çîmento, nêzî 4 hezar karker bêkar man. Ji xwe bi giştî karkerên kargehên çîmentoyê 5 hezar in. Em dikarin bêjin li Herêma Kurdistanê ji destpêka belavbûna vîrusê û qedexeya hatin û çûnê de qeyrana aboriyê heye.”

Her wiha li gorî qanûna hejmara 71’î  ya sala 1987’an, mafê karkeran diyar e û di her şertî de divê mûçeyên karkeran were dayîn û neyê birîn. Rêveberê Rêxistina Aştî û Azadî Mihemed mijar wiha nirxand: “Gelek kargeh karkeran ji kar jî derxistin û ev tişt jî bû sedema binpêkirina mafên karkeran.”

Li gorî rêjeya sendîkaya karkerên Herêma Kurdistanê, zêdetirî 200 hezar karker û karmendên beşên taybet, bê kar mane. Her wiha zêdetirî 30 hezar karkerên nav bazarê jî ji karê xwe dûrketine. HEWLÊR

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê