24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Başûr, li dijî dagirkeriyê Meşa Mertalên Zindî dest pê kir

Bi armanca şermezarkirin û dijderketina operasyonên dersînor di 28’ê gulanê de Ciwanên Têkoşer li Qendîlê pêngava “Werin Cenga Azadiyê” dan destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de bi pêşengiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê meşa “Mertalên Zindî” hat destpêkirin. Meşa dirêj ya Mertalên Zindî ji Koyê ber bi herêma Behdînanê dest pê kir û gelek jin û welatiyên başûrê Kurdistanê bi eleqeyeke mezin beşdarî meşê bûn.

Meşê di saet 11’ê berî nîvro ji Filkeya Sewz a bajarê Koyê dest pê kir û ber bi Hewlêrê ve meş didome.

Di meşê de gelek pankart û dovîz jî hatine vekirin. Girse bi dirûşmeyên “Biçe derve, biçe derve, Artêşa tirk biçe derve”, “Bimire xiyanet”, “Dîktator Erdogan”, “Stop Turkey” meşa xwe didomîne.