23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Başûr meşa mertalên zindî hat astengkirin

Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê ku li başûrê Kurdistanê xebatên xwe dimeşîne û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer bi hev re biryar dabûn ku li Qendîlê çalakiya mertalên zindî pêk bînin. Bi vê armancê serê sibehê rêketin ku biçin Qendîlê. Lê li qezaya Şengeserê endamên tevgera ciwanan û gel ji aliyê hêzên asayîşê ve hatine rawestandin.

Ji ber ku ciwan di biryara xwe de bi israr bûn û ji ya xwe daneketin asayîşê êrîşê ciwanan kir, li ciwanan xist. Her wiha asayîşê bela xwe li çapemeniyê jî xist û li nûçegihanan da.

Koma Defend Kurdistan a ku dixwest piştgiriya çalakiyê bike jî ji aliyê asayîşê ve hat astengkirin. Çalakvanên ku hatine astengkirin li Şengeserê daxuyanî dan.

Li ser navê çalakvanan ciwanê bi navê Karwan Kelarî  daxuyanî da û got: “Me xwest li dijî dagirkeriya dewleta tirk biçîn Qendîlê û dest bi çalakiya mertalên zindî bikin. Lê asayîşê rê neda. Em vê helwesta asayîşê şermezar dikîn, em ê bi tu awayî li hemberî dagirkeriya dewleta tirk û êrişan bêdeng nemînin.”

Kelarî dawiyê de bang li hemû ciwanên Kurdistan û derveyî welat kir da ku tevlî pêngava “Cenga Azadiyê” bibin.

Piştî daxuyaniyê endamên Şandeya Aştiyê ku ji bo destekdayînê tevlî çalakiyê bibûn jî, axivîn û piştgiriya xwe anîn ziman.