19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Başûr rojnameger tên cezakirin

Li başûrê Kurdistanê, zext û zordariyên li ser rojnamegeran her diçe zêde dibin. Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê du hefte berê rapora xwe ya bîlançoya binpêkirinên mafên rojnamegeran ên sala 2020’an yên li başûrê Kurdistanê aşkera kir. Li gorî raporê di sala 2020’an de, zêdetirî 138 bûyerên binpêkirinê li beramberî 365 rojnameger û 47 saziyên çapemeniyê hatine tomarkirin. Di raporê de tê diyarkirin ku ev binpêkirin; binçavkirin, lêxistin, astengkirina şopandina bûyeran, gilîkirin û girtina saziyên çapemeniyê ne.

Bi taybetî piştî çalakiyên protestoyî yên li hemberî hikûmeta başûrê Kurdistanê, yên bi daxwaza edalet û wekheviyê, gelek kes hatibûn girtin û nêzî 70 çalakvanên sivîl û rojnameger hatibûn girtin. Hinek ji wan bi kefaletê hatin berdan, hinek ji wan jî hê di zindanan de ne. Tê gotin ku tevî rojnamegeran niha nêzî 20 kes di zindanan de ne.

Herî dawî jî cezayê girtîgehê li du rojnameger û sê çalakvanên sivîl hat birîn û ev biryara dadgehê rastî gelek bertek û nerazîbûnan hat.

Têkildarî cezayê li rojnameger û çalakvanan hatiye birîn û nerazîbûna gel, saziyên sivîl, partiyên siyasî, em bi rojnamegerê ji Başûr Dîfaa Herkî re axivîn. Herkî diyar kir ku bi taybetî ev çend mehên dawîn in, rojnamegerên li Başûr di bin zext û zordariyeke mezin de ne; rojnameger tên girtin, gef li wan tê xwarin û cezayê girtîgehê li wan tê birîn û hwd.

Bi ‘sîxuriyê’ tên sûcdarkirin

Rojnameger Dîfaa Herkî ragihand ku 6 sal cezayê girtîgehê li rojnameger Şîrwan Şîrwanî (rojnamegerê serbixwe) û Gohdar Zêbarî (rojnamegerê ajansa Welat) û çalakvanên sivîl Şivan Seîd, Harîwan Îsa û Eyaz Kerem hat birîn. Herkî got ku rojnameger û çalakvanên sivîl bi ‘sixûriya ji bo welatên navdewletî û têkbirina ewlehiya niştimanî’ tên sûcdarkirin.

Bertekên sazî û partiyan

Herkî destnîşan kir ku piraniya saziyên sivîl ên mafên mirovan û rojnamegeran, balyozxanyên navdewletî yên mîna Amerîka, Fransa, Almanyayê cezayê li rojnamegeran hatiye birîn şermezar kirin û xwestin ew bên berdan.
Herkî her wiha anî ziman ku ne tenê saziyên sivîl, partiyên siyasî jî nerazîbûn û bertekên xwe li hemberî girtina rojnamegeran nîşan didin. Herkî got ku Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, partiya Yekgirtû ya Îslamî, pratiya Komela Dadgerî û Nifşê Nû jî girtin û cazabirîna li rojnamegeran şermezar kirin û ew jî dixwazin rojnameger bên berdan. Herkî ragihand ku seroka parlamentoya Kurdistanê Dr. Rêwaz Faîk, cîgirê serokê hikûmeta başûrê Kurdistanê Qûbad Talabanî jî xwestine rojnameger bên berdan û dadgeh biryara cezakirina rojnamegeran betal bike û daxuyand ku 31 parlamenterên ji fraksiyonên cuda -ji bilî yên PDK’ê- li dijî biryara dadgehê dertên û dixwazin rojnameger bên berdan. Herkî balkişand ser bertekên gelê Başûr jî û diyar kir ku gel jî li dijî girtin û cezakirina rojnameger û çalakvanên sivîl pir bibertek e û nerazîbûnên xwe nîşan dide.

Dubendiya navbera Barzaniyan

Serokê başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê hikûmeta başûrê Kurdistanê jî der barê rojnamegerên girtî de daxuyanî dan. Balkêş e ku daxuyaniyên hatin dayîn dijberê hev in. Herkî têkildarî van daxuyaniyan destnîşan kir ku dubendî di navbera Nêçîrvan û Mesrûr Barazanî de heye û wiha got: “Serokê başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji Dadgeha Bilind xwest û got ev biryar ne biryara dawiyê ye û dibe ev biryar bê guhertin. Di vê mijarê de, dubendî li nav PDK’ê û her wiha li nav hikûmeta başûrê Kursdistanê jî heye. Yên nêzî Mesrûr Barzanî bi awayekî û yên nêzî Nêçîrvan Barzanî bi awayekî din difikirin. Mesrûr Barzanî bi twîtekê got ku ew ji aliyan dixwaze destwerdanê li kar û barên dadgehê nekin, ji bo dadgeh dikaribe bi awayekî serbixwe biryarên baş bide. Ev wek bersiveke li hemberî bertekan bû. Yên nêzî Mesrûr Barzanî rojnamegerên girtî û çalakvanên sivîl wek sîxur dibînin. Di daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî de ev kes wek tohmetbar nehatine hesibandin, ji bo wan gotiye ragirtiyên Behdînanê. Girtina van rojnamegeran nerazîbûnên di nav PDK’ê de zêdetir kirine, ango di navbera aliyên nêzî Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî de.”

Rojnameger Dîfaa Herkî di dawiya axaftina xwe de ragihand ku hêzên ewlehiyê yên başûrê Kurdistanê ji bo wî bixwe jî biryara girtinê dane û îhtimal heye ku di ew jî bê girtin.