spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Başûr û Rojava amadekariyên Newrozê

Par sala 2020’î, ji ber şewba vîrûsa koronayê bi awayê girseyî li tu devera Kurdistanê Newroz nehatibû pîrozkirin. Çawa ku bi carekê vîrûsa koronayê ket rojeva cîhanê û pê re jî li hin welatan hatûçûna mirovan hat sînordarkirin û li hin welatan jî qedexeyên derketana derve hatin ragihandin, li Kurdistanê jî ji ber şewbê bi awayê girseyî Newroz nehat pîrozkirin.

Salek di ser şewbê re derbas bû û wê îsal Newroz bê pîrozkirin. Bi taybetî li bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê ev demek e amadekariyên pîrozbahiya Newrozê tên kirin.

Li sê navendên Başûr pîrozbahî

Li başûrê Kurdistanê, amadekariyên Newrozê dest pê kir. Komîteya amadekar a pîrozbahiya Newrozê diyar kir ku wê Newroz li sê navendên sereke, bi bernameyên taybet were pîrozkirin. Komîteyê destnîşan kir ku Newroza îsal a li Başûr bi taybetî wê li dijî dagirkerî, komkujî û qirkirinê bê pîrozkirin û her wiha yek ji mijarên sereke ya van pîrozbahiyan, wê yekitiya kurdan be û banga tevlîbûnê li gelê Başûr kir.

Li gorî plansaziyê, pîrozbahiya destpêkê û sereke wê 21’ê Adarê, roja Newrozê li Binarê Qendîlê pêk were. Pîrozbahiya duyemîn jî wê 25’ê adarê li herêma Şêwesûr a Kerkûkê û pîrozbahiya dawî jî wê 26’ê adarê li herêma Germiyanê pêk were.

Mexmûrê agirê Newrozê vêxist

Li wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) agirê Newrozê pê xist. Agirê Newerozê bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê, li semta Şehîd Robar hat pêxistin.

Piştî rêzgirtinê, endamên Tevgera Jinên Ciwan û çalakvanên greva birçîbûnê yên Mexmûrê agirê Newrozê pê xist.

Gelê wargehê, bi awayekî girseyî li dora agirê Newrozê bûn xelek û govend gerandin.

Li Rojava pîrozbiya Newrozê

Li roavayê Kurdistanê beriya şoreşa 2011’an pîrozkirina Newrozê qedexebû. Bi destpêkirina şoreşê re, ew zext, zordarî û qedexeyên li ser gelê kurd rabûn û ji wê demê ve ye bi coşeke mezin, bi rengên kesk û sor û zer tê pîrozkirin.

Ji ber şewba vîrûsa koronayê li rojavayê Kurdistanê jî Newroz bi awayê girseyê, li qadên fireh nehat pîrozkirin, lê belê komên biçûk bi taybetî li gund û malan hat pîrozkirin.

Bi siskirina tedbirên ji bo şewba koronayê re, Newroza 2021’ê ku li gelek deverên Kurdistan û Ewropayê dê were pîrozkirin, wê li rojavayê Kurdistanê û her wiha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi ruhê serkeftinên kurdan ên sala 2020’î bê pîrozkirin.

Pîrozbahiyên bi rê û rêbazên rengîn

Meclisa Gelê Kurd a Brîtanyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber şewba vîrûsa koronayê wê pîrozbahiyên girseyî Newerozê neyên lidarxistin. 

Meclisa Gel diyar kir ku gel dikare bi rê û rêbazên afirîner pîrozbahiya xwe bike û anî ziman ku her malbatek li hewşa mala xwe yan jî li parkeke nêzî mala xwe dikare agirê Newrozê dade, govendê bigerîne, bi vî rengî Newrozê pîroz bike. Meclisê destnîşan kir ku bi vî rengî ew dikarin her qadê bikin qada Newrozê û bang li gel û dostên kurdan hat kirin ku di çarçoveya şert û mercên heyî de Newroza xwe pîroz bikin.