18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Başûr xwepêşandan berfireh dibin

Şêniyên bajarokê Seyidsadiq a Silêmaniyê, li dijî nebûna elektrik û xizmetguzariyê, dê sibê xwepêşandan li dar bixin. Welatiyên herêma Germiyan jî gotin eger pirsgirêk neyê çareserkirin, dê xwepêşandanan bikin.

Li başûrê Kurdistanê û Iraqê pirsgirêka elektrîk û xizmetguzariyê îsal gelekî zêdetir bûye û ev jî dibe sedema nerazîbûna gel.  Li herêmên Xaneqîn, Germiyan, Dukan û Duhokê welatiyan çalakî li dar xistin û daxwaza çareserkirina pirsgirêkan kirin.

Welatiyên bajaroka Seyidsadiq a Bajarê Silêmaniyê jî, dê sibê bi heman armancê xwepêşandan li dar bixin. Çalakî dê li ser riya deriyê sînor ê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê were lidarxistin û rê li çûn û hatinê bê girtin.

Li aliyê din welatiyên herêma Germiyan jî diyar kirin ku eger pirsgirêka elektrîk û xizmetguzariyê neyê çareserkirin, dê serî li hemû riyên nerazîbûnê yên sivîl bidin.